Serok Bafil: Diyalog û lihevkirin bingeha çareseriya pirsgirêkan e
YNK 11:49 AM - 2023-06-01
PUKMEDIA
Serok Bafil Talebanî
Serokê Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî bi boneya 48 saliya damezrandina
Yekîtiya Niştimanî û 47mîn salvegera destpêkirina şoreşa nû ya gelê Kurdistanê peyameke
pîrozbahiyê şand û tê de tekezî li ser wê yekê kir ku Yekîtiya Niştimanî pabendbûna
bi yekrêzî û xizmetkirina gelê Kurdistanê.
Naveroka peyamê
wiha ye:
Bi boneya 48 saliya damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê û 47emîn salvegera destpêkirina şoreşa nû ya gelê me, germtirîn
pîrozbahiyên xwe pêşkêşî girseyên hêja yên Kurdistanê, malbatên şehîdên serbilind
û Têkoşerên rêya têkoşînê dikim.pîrozbahiyên xwe pêşkêşî serok Mam Celal û
damezrînerên Yekîtiya Niştimnaî dikim û em xwe deyndarê têkoşîna we ya fedaî û
dîroka we ya bi rûmet û serbilindî dagirtî dibînin.
Îro ji bo me roja
nûkirina peyman û pabendbûna bi xwîna şehîdan û bingehên saxlem ên yekîtîya
niştimanî ye ku nûneratîya (demokrasî, mafên mirovan û mafê çarenivîsê) dike.
Kurdistan di
qonaxeke hestiyar re derbas dibe û kêşeyên cidî li pêşiya me hene û ji bilî
yekrêzî û pêkvejiyan ti garantiyek ji bo jiyan û bihêzbûna pêkhateya Herêma
Kurdistanê nîne. Em dixwazin diyalog û lihevhatin bibe bingehek ji bo
çareserkirina pirsgirêkan û ji bo ku em Kurdistanê ber bi paşerojeke geştir û
dûr ji desthilatdariyê ve herin û xema me ya herî mezin jîyan û bexteweriya hevwelatiyan be û ji bo berjewendiyên kesayetî
û hizbî em ji armancên xwe yên bilind dûr nekevin.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hertim
destpêşxeriya hemahengî û çalakiyên hevbeş ji bo xizmetkirina welatiyên
Kurdistanê ye û ji bo bihêzkirina stûnên hikim û demokrasiyê û berfirehkirina
qada azadiyê têkoşiye û em di wê baweriyê de ne ji bo serkeftina proseya siyasî
û rûbirûbûna pirsgirêkan bihevre kar bikin.
Divê
em cudahiyan bidin aliyekî, ber bi pêşerojeke aramtir ve gav bavêjin û jiyana
ku me soz daye welatiyên xwe peyda bikin.
Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê bi berdewamî daxwaza lihevkirin û yekrêziya gotûbêjan
dike, ji ber ku em dibînin ku hêza me girêdayî lihevkirin û yekrêziya gotûbêjan
e û ji bo gihîştina bi vê armancê me gelek hewl da û me xwest ku li Bexdayê
bibin nûnerên rasteqîn ên gelê Herêma Kurdistanê û mafên me yên yasayî garantî
be, me ligel hevkarên xwe yên li Êraqê kar kiriye ji bo derbaskirina astengan û
berdewam bin.
Em
soz didin hevwelatiyên hêja yên Kurdistanê, malbatên şehîdên bi rûmet û hemû
yekîtiyên dilsoz ku em rê nedin Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ji rêya xwe ya
pîroz derbikeve û emê bi canê xwe berevaniyê li çarenivîsa partiya we ya
têkoşer bikin.
Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê mala we ya herheyî bû û dê bimîne.
Silav
û rêz ji bo giyanê pak ê Serok Mam Celal û hemû şehîdên rêya rizgariya
Kurdistanê.
Bafil
Celal Talabanî
Serokê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

