Serokkomarê pêşwaziya Wezîrê Derve yê Sûriyê kir
Îraq 06:10 PM - 2023-06-04
Nivîsgeha Serokatiya komarê
Hevdîtina serokkomar bi wezîrê derve yê Sûriyê re
Îro yekşemî 04.06.2023 Serokkomarê Dr.Ebdulletîf Cemal Reşîd li Koşka Bexdayê pêşwaziya wezîrê derve yê Sûriyê birêz Feysel El-Miqdad bi amadebûna cenabê wezîrê derve birêz Fuad Husên kir.
Di destpêka hevdîtinê de Wezîr Feysel El-Miqdad silav û pêzanînên serokê Sûriyê Beşar Esed gihand Serokê Komara Êraqê û daxwaziyên wî yê pêşketin û geşedanê ji bo gelê Êraqê gihand, di heman demê de bi cenabê Balyoz silav û pêzanînên xwe pêşkêşî Serok Esed kir û hêviya bextewerî û aramiyê ji gelê Sûriyê re ragihand.
Serok balkişand li ser kûrahiya peywendiyên heyî yên di navbera Êraq û Sûriyê de û pêwîstiya bihêzkirin û belgekirina wan di warên curbicur de bi awayekî ku xizmeta berjewendiya her du gelên bira û şêwir û hemahengiyê li ser mijarên hevbeş bike. balkişandina ser meydanên navçeyî û navdewletî û giringiya rola Êraqê di çareserkirina pirsgirêkên navçeyê de û amaje bi pêwîstiya hevkariyê bo şopandina bermahiyên terorê û kontrolkirina sînoran û kontrolkirina madeyên hişber ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê kir.
Serok Komarê amaje bi wê yekê jî kir ku Êraq tekezî li ser vegerandina kursiyê Sûriyê di Komkara Erebî de dike û giringiya wê li ser asta navçê bi giştî dizane û hemû hewlên xwe ji bo beşdarbûna xwe di Lûtkeya Erebî ya vê dawiyê de dixebitîne.
Cenabê wî bal kişand ser helwêsta Êraqê li hemû bajar û parêzgehên wê di warê piştevanîkirina ji gelê Sûriyê yê bira di karesata erdhejê de, ku nîşana biratiya di navbera her du gelan de ye.
Ji aliyê xwe ve Wezîr Feysel El-Miqdad helwêstên bi rûmet ên Êraqê li hember Sûriyê û rola wê ya dîplomatîk ya berçav ji bo vegerandina kursiyê xwe ji bo Komkara Erebî bilind nirxand û ev yek jî nîşana xwesteka Sûriyê ji bo bihêzkirina peywendiyên biratî di navbera her du welat û gelan de û kiryara hevbeş a rûbirûbûna terorê û bihêzkirina danûstandinên aborî û bazirganî, pesna rola serokê nemir Mam Celal Talebanî û bihêzkirina peywendiyên di navbera gelên Êraq û Sûriyê de kir.
Wezîrê karên derve kêfxweşiya xwe ji pêşhatên girîng li Êraq li ser asta siyasî, geşepêdan û ewlehiyê nîşan da ku li ser asta navçeyî û navneteweyî bi awayekî erênî derketiye holê û rola erênî û zelal a Êraqê li alîkariya Sûriyê bi taybetî di dema erdhejê de bilind nirxand.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Zeydî û Erdogan çend rêkeftin û yadeşt îmze kirin
09:21 PM - 2026-07-28
Li gundewarê Efrînê termê Kurdekî hat dîtin
08:54 PM - 2026-07-28
SOMO dahata du mehên firotina petrolê aşkere dike
05:30 PM - 2026-07-28
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Asayîşa Herêmê girtina 2 terorîstên DAIŞê ragihand
Kurdistan 09:57 PM - 2026-07-28 -
Li gundewarê Efrînê termê Kurdekî hat dîtin
Kurdistan 08:54 PM - 2026-07-28 -
Zeydî û Erdogan çend rêkeftin û yadeşt îmze kirin
Êraq 09:21 PM - 2026-07-28 -
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28



.jpg)


Aplîkêşin

