Wezîrê Navxwe yê Êraqê serdana Bîrdariya Şehîdên Helebce kir
Kurdistan 02:24 PM - 2023-06-09
PUKMEDIA
Wezîrê Navxwe yê Êraqê gul danîn ser sembola şehîdên Helebce
Wezîrê Navxwe yê Êraqê Ebdulemîr Şamirî îro Înê piştî nîvro serdana parêzgeha Helebce kir û piştgiriya xwe bo wî bajarî diyar kir.
Di destpêka serdanê de Wezîrê Navxwe yê Êraqê, Cîgirê Wezareta Navxwe û şanda li gel ji aliyê Parêzgarê Helebce Azad Tofîq, Cîgirê Parêzgar, Qayîmaqam û berpirsên leşkerî yên saziyên her du hikûmeta navendî û herêmê ve hatin pêşwazîkirin.
Paşê gul danî li ser sembola şehîdên Helebçeyê û serdana cihên cuda yên wê bîrdariyê kir û serdana nûneratiya parêzgeha Helebce kir û beşdarî civîneke mezin bû.
Azad Tofîq li Ofîsa Parêzgeha Helebce bi xêrhatina beşdaran kir û hêvî xwest ku xwendina sêyem ya proje yasaya bibe parêzgeha Helebce di hikûmeta navendî de bi serkeftî derbas bibe, her wiha yadaştnameyek pêşkêşî Wezîrê Navxwe kir û tê de daxwaza alîkariyê ji bo avakirin û berfirehkirina saziyên girêdayî hikûmeta navendî û bûdce û navê parêzgeha Helebce di proseya dayîna pasaportan de kir.
Ji aliyê xwe ve wezîrê navxwe yê Êraqê spasiya parêzgarê Helebce kir û got: Helebçe bajarekî xweş e û xwedî dîrokeke mezin e, emê hevkariyê bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

