Emê di bûdceyê de wek parêzvanê mafên hemû welatiyên Kurdistanê bimînin
Kurdistan 11:59 PM - 2023-06-09
PUKMEDIA
Civîna çapemeniyê ya bloka Yekîtiya Niştimanî
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Parlamentoya Êraqê ragihand, ku ew dê bergiriyê li mafên gelê Kurdistanê bikin û gotegotên ku dibêjin ew ji pêşniyara wergirtina mûçeyên teserûfa karmendan vekişiyane red kirin.
Di kongirekî rojnamevanî de ku îro êvarî roja Înê li civata nûneran li dar ket, wê partiyê got: Me wek Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û berî şandina proje yasaya bûdceyê bo civata nûneran, me pêşniyarên xwe pêşkêş kirin, ji bo komîteya darayî ya civata nûneran, ku di du xalên serekî de li ser madeya 14ê ya pirojeyê hat zêdekirin heta ku tevahiya mûçeyê rizgarkirî bê dayîn.
Blokê piştrast kir û got: "Em tekîd li ser pêşnûmeya xwe ya ku di 25/5ê de li Lijneya Aboriyê hat dengdan û di protokola lijneyê de hat tomarkirin, tekez dikin û em hemû îdiayên ku dibêjin me ev pêşniyar paşve kişandiye red dikin."
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ragihand, em careke din ji raya giştî, karmend û welatiyên Herêma Kurdistanê re tekez dikin ku emê weke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dibin parêzvanê mafên hemû welatiyên Kurdistanê bi taybetî jî ev mafê ku deyn li ser milê hikûmeta herêmê ye."
Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dawetnameyek ji bask û partiyên siyasî re belav kir û got: “Em ê parastina vê xalê bikin û bang li hevalên xwe yên baskên din ên li Encûmena Nûneran jî dikin ku di dema xwendina rêziknameyê de piştgiriya me bikin di vê daxwazê de di rûniştinê de û dengdana ji bo piştrastkirina wê di pêşnûmeya qanûna budceya federal ji bo salên 2023-2024-2025."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

