Yasaya bûdceyê dê bibe alîkar bo çareserkirina kirîzên Kurdistanê
Kurdistan 06:06 PM - 2023-06-22
PUKMEDIA
Dr.Nermîn Maarûf li Silêmaniyê civîneke çapemeniyê li dar dixe
Dr.Nermîn Maaruf îro Pêncşemê 22.06.2023ê li ofîsa parlementoya Silêmaniyê di civîneke çapemeniyê de got: Rêjeya herêmê ku %12.67 e ji bûdceya giştî ya 199 trîlyon dînar nayê hesabkirin, belku hatiye hejmartin ji bûdceyê piştî derxistina xercên desthilatdarî û serweriyê heta ku digihêje nêzîkî 130 trîlyon dînar, tekez kir ku "ev tê wê para Herêma Kurdistanê ji bûdceya Êraqê 14 trîlyon û 700 milyar dînar e, li gorî %12.67, ku nîvê dahata deriyên sînorî û dahata navxweyî ye, ev pere dê mehane bi pereyî were dabeşkirin."
Pişka herêmê di bûdceya federalî de %12.67’ e.Endamê Lêjneya Darayî ya Parlamentoyê sedemên kêmkirina pişka Herêma Kurdistanê ji pişka geşepêdana herêmê di bûdceya federalî de eşkere kir û got: “Tevî ku pişka herêmê di bûdceya federalî de %12.67 e, rêjeya parêzgehên herêmê di pêşketina herêmê de %11 e” û amaje bi wê yekê jî kir ku “Sedema vê yekê ew pîvanên ku ji bo diyarkirina rêjeya her parêzgehekê li gorî pêşketina herêman hatine danîn, bi hejmara nişteciyan û rêjeya hejariyê .
Her wiha endamekî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ragihand: "Li gorî amarên Wezareta Plandanan a Federalî, parêzgehên herêmê kêmtirîn xizan in li Êraqê, bi taybet parêzgeha li Silêmaniyê ye, lewma rêjeya herêmê kêm bûye. "
Yasaya bûdceyê dibe sedema bidawîhatina gelek krîzanEndama Lêjneya Darayî ya Parlamentoya Êraqê Narmîn Merûf li ser lîsta YNKê ,di hevpeyvînekê de ligel kanala gelê Kurdistanê ragihand: "Ev proje yasa herî mezin e di dîroka Êraqê de ye, bi qasî 199 trîlyon dînar û ji bo sê salan, ji ber wê jî pêwîstiya wê bi dem heye ji bo danûstandinan, daku bi baştirîn xizmeta beşên cuda yên Êraqê bike. Yasaya bûdceyê hemû pirsgirêkên welatiyên Kurdistanê çareser nake, lê dibe sedema bidawîhatina gelek krîzan, ji wan pirsgirêka paşxistina mûçeyên karmend û kesên xanenişînan.’’
Proje yasaya bûdceya federal a salên 2023-2024-2025 ku ji aliyê hikûmeta federalî ve di 13ê Adara 2023an de ji Meclisa Nûneran re hat şandin û piştî gotûbêjên berfireh ên lijneya darayî û di civînên parlamentoyê de jî, proje yasa hat pesendkirin di rûniştina Civata Nûneran de sibeha roja 12.06.2023an bi amadebûna 258 parlementeran ji 329 parlementeran.Rêzdar Serokê Komarê Dr.Ebdul Letîf Cemal Reşîd duh 21.06.2023.pesind kir .
Yasaya bûdceya federalî ji wezareta dadweriya federal re hat şandinÎro pênşemî 22.6.2023ê yasaya bûdceya federalî ji wezareta dadweriya federal re hat şandin û biryare roja duşema bê 26.06.2023 di rojnameya Êraqî de were weşandin, daku yasa bikeve cîhbicîh kirinê. dayîna talîmatên pêwîst ji aliyê Wezareta Darayî ve.
Ji sala 2013ê ve ev cara yekê ye ku pişka Herêma Kurdistanê di bûdceya hikûmeta federal a Êraqê de tê diyarkirin û tevahiya proseya nefta Herêma Kurdistanê bi hinartina petrola Êraqê re tê tevlihevkirin. Li gorî qanûna bûdceyê, divê Herêma Kurdistanê rojane 400 hezar bermîl petrol radestî SOMOyê bike ku %50ê dahata deriyên sînorî jî dê xizmeta wê bike.”
Hikûmeta Êraqê dê hesabekî bankî veke“Hikûmeta Êraqê dê hesabekî bankî veke û dahata firotina 400 hezar bermîlên petrolê dê di bin çavdêriya Wezareta Darayî ya Êraqê de be, Wezareta Darayî û mafên darayî yên herêmê û serokwezîr yan her kesekî din were tomarkirin ew tayîn dike dikare li gorî hewcedariyê pereyan bikişîne.
YNKê :divê giringî bi mûçeyên karmend û xanenişînan bê dayîn“Di madeya 13, xala 8 a yasaya bûdceyê de, ku ji aliyê YNKê ve hatiye pêşniyarkirin, divê giringî bi mûçeyên karmend û mûçeyên xanenişînan bê dayîn û weke fermanberên hikûmeta federal di dema xwe de pere bê dabeşkirin û garantiya mûçeyên karmendan dike.
“Heta niha du trilyon dînar ji Bexdayê bo Herêma Kurdistanê hatiye şandin, ku tenê 400 milyar dînar wek deyn li ser herêmê hatiye tomarkirin, yên mayî jî di çarçoveya yasaya bûdceyê de ye û nebûye deynê li ser hikûmeta Herêma Kurdistanê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
10:01 AM - 2026-09-11 -
Şoreş Îsmaîl: Yekxistina temamî ya pêşmergeyan bi serkeftin bi dawî hat
07:28 PM - 2026-09-10 -
Li bajarên Rojava ji bo zimanê kurdî xwepêşandan didomin
05:17 PM - 2026-09-10
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11 Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
06:21 PM - 2026-09-11
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
01:23 PM - 2026-09-11
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
12:08 PM - 2026-09-11
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
09:46 AM - 2026-09-11
zortrin xwendraw
-
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
Êraq 12:08 PM - 2026-09-11 -
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
Cîhan 01:23 PM - 2026-09-11 -
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
Kurdistan 09:46 AM - 2026-09-11 -
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
Êraq 06:21 PM - 2026-09-11 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 7 milyar dînare
Kurdistan 09:06 AM - 2026-09-11 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
Cîhan 10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
Cîhan 10:01 AM - 2026-09-11 -
Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11




.jpg)

Aplîkêşin

