Ziad Cebar: Li Parlamentoya Kurdistanê ti çalakî nine
Kurdistan 11:35 AM - 2023-06-27
PUKMEDIA
Endamê Civîna pêncemîn a Parlamentoya Kurdistanê Ziad Cebar
Endamekî civîna pêncem a Parlamentoya Kurdistanê ji Fraksiyona YNKê dibêje“Tişta ku ji aliyê Fraksiyona PDK ve tê kirin, tenê bazarkirin û tozkirina çavên xelkê ye, ji ber ku li gorî biryara Dadgeha Federalî, Parlamentoya Kurdistanê hatiye hilweşandin ku berê hatibû dirêjkirin.
Endamê Fraksiyona YNKê di civîna pêncem a Parlamentoya Kurdistanê de, Ziyad Cebar ragihand.“Piştî biryara Dadgeha Federal, ne serokatiya parlamentoyê, ne komîteyên, ne fraksiyonan û ne jî li ser asta takekesî ya parlamenteran, ti çalakî bi navê parlamentoya Kurdistanê nehatine kirin.
Daxwaz dikin ku parlamenter bên teqawîtkirinHer wiha got:’’Di Parlamentoya Kurdistanê de liv û tevgerek nemaye, tenê karek maye, ew jî ew e ku ji Serokatiya Ofîsa Parlamentoya Kurdistanê re binivîsin û daxwaz ji parlamenteran bikin ku xanenişîn bibin yan jî vegerin ser karên xwe yên berê piştû ku îstifa bikin û îmtiyazên wan ên wek xanî yan yan jî tiştekî din ji wan bê standin.’’
Got jî: Tiştê ku ev fraksiyonan dikin, tenê firoştina mezadê û tozkirina çavên xelkê ye û daxwaza wan ti rewa nîne, ji ber ku piştî biryara Dadgeha Federalî parlamento hat hilweşandin û kes nikare îtîrazê li biryara dadgeha federal bike.
Axaftina Ziyad Cebar di demekê de ye ku Fraksiyona Partiya Dêmokrata Kurdistanê û pêkhateyên Kurdistanê di rûniştina pêncem a Parlamentoya Kurdistanê de ragihandibûn, ku wan daxwaznameyek pêşkêşî serokatiya Parlamentoya Kurdistanê kirine, ku dest ji kar berde yan jî ji erkê parlamenteriyê bê dûrxistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26

.jpg)



.webp)
Aplîkêşin

