Yekîtiya Niştimanî..pêngavên mezin û giring bo piştgirî û parastina jîngehê
Kurdistan 02:10 PM - 2023-06-30
PUKMEDIA
YNK
Yekîtiya Niştimanîya Kurdistanê bi serpereştiya Serok Bafil Celal Talebanî ku berî demekê destpêşxeriyek ji bo çandina ajelan milyonek dar li hemû deverên Kurdistanê destpê kiribû, ji bo parastina jîngehê, guhdana geşepêdana wê û bi metirsiyan re rûbirû bin.
Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî ji bo perwerdekirina welatiyan, avakirina eniyeke rûbirûbûna metirsiyên jîngehê û destpêkirina pirojeyên ku ji bo pêşxistina jîngehê û parastina wê ji pîsbûnê kar dike.
Gavên mezin û girîng
Berpirsa Desteya Geştûguzariyê li Herêma Kurdistanê Emel Celal di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re ragihand: Pêngava Serok Bafil Celal Talebanî ji bo çandina milyonek dar, gaveke mezin e ji bo pêşxistina jîngeha Herêma Kurdistanê ji ber ku rê li ber metirsiyên qirêjiya jîngehê digire.
Got jî: Pêngava serok Bafil Celal Talebanî dê rê li ber metirsîyên pêlên mezin ên tozê bigire k, ji bilî danîna kemberek ji daran bo rêgirtin li rûdana pêlan û bahoza tozê û hemû peywendîdar. Divê dezgeh pêngava Serok ya parastina jîngehê bişopînin.
Civîna giring a Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Emel Celal dibêje: Em destxweşiyê li gavên cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bo parastina jîngehê dikin û hevdîtina wî ya vê dawiyê li gel nûnerên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê gaveke girîng e ji bo nehiştina metirsiyên ku dibe ku jîngeha Herêma Kurdistanê rûbirû bibe.
Wê got jî: Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê baş qebareya metirsiyên ku jîngeha Herêmê rastê tê dizane ji ber wê jî gelek hewl dide pêşiya wan metirsiyan bigire û destpêkek giring bo parastina jîngeha herêma Kurdistanê ye.
Divê em jîngehê biparêzin
Aml Celal dibêje: Metirsiyên mezin li ser jîngehê li hemû cîhanê hene, ji ber wê jî divê em hemû ji bo parastina jîngehê di pêşerojê de kar bikin.
Û wê got jî: Pêlên mezin ji toz û telazê hene ku raq dem bi dem rastî wan tê, û divê rûbirûyê van metirsiyan bibe û jîngeh bi karekî komî digel YNK were parastin bi taybet çandina milyonek dar û bikaranîna wizeya salar.
Pesin ji bo gavên Yekîtiya Niştimanî
Wezareta Çandiniyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêngavên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo parastina jîngehê bilind nirxand û di daxuyaniyekê de ragihand: Em pêşwaziyê li pêngava Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dikin ji bo çandina zêdetir ji milyon şitil li hemû navçeyên Herêma Kurdistanê.
Di daxuyaniyê de hatiye: Em hêvîdar in ku ev pêngava mezin di paşerojê de bibe bingehek ji bo siyasetên partiyan ji bo pêşxistin û zêdekirina cihên kesk û parastina jîngehê ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê.
Di daxuyaniyê de hatiye: Ev pêngav gelek giringe, bi taybetî di rewşa niha de, piştî guhertinên avhewayê yên ku li Herêma Kurdistanê û navçeyê rû didin, ji bilî ziwabûn, kêm barîna baranê û pêlên tozê ku dem bi dem herêm rastê tê.
Di daxuyaniyê de hatiye: Em wek Wezareta Çandiniyê piştevaniya vê pêngav û destpêşxeriya dilxwaz dikin û em piştrast in ku ev pêngav dê bibe faktorek ji bo parastina jîngehê, zêdekirina rêjeya rûberên kesk û vegerandina hevsengiya xwezayî ji bo parastina ax û avê. .
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokwezîr bi banga fermî ya Emmanuel Macron serdana Fransayê dike
12:19 AM - 2026-09-12 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
10:01 AM - 2026-09-11 -
Şoreş Îsmaîl: Yekxistina temamî ya pêşmergeyan bi serkeftin bi dawî hat
07:28 PM - 2026-09-10
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11 Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
06:21 PM - 2026-09-11
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
01:23 PM - 2026-09-11
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
12:08 PM - 2026-09-11
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
09:46 AM - 2026-09-11
zortrin xwendraw
-
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
Cîhan 01:23 PM - 2026-09-11 -
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
Êraq 12:08 PM - 2026-09-11 -
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
Kurdistan 09:46 AM - 2026-09-11 -
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
Êraq 06:21 PM - 2026-09-11 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 7 milyar dînare
Kurdistan 09:06 AM - 2026-09-11 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
Cîhan 10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
Cîhan 10:01 AM - 2026-09-11 -
Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11




.jpg)

Aplîkêşin

