YNKê ji bo yekkirina dengê Kurdan li parêzgeha Selahedînî dixebite
Îraq 07:18 PM - 2023-07-08
PUKMEDIA
Li navçeya Xurmatoyê 40 hezar dengderên Kurd hene
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hewl daye ku di hilbijartinên dahatû yên Encûmena Parêzgehên Êraqê de ku dê di dawiya îsal de bên lidarxistin, Kurd di Encûmena Parêzgeha Selahedîn de nûnerê xwe hebin û ji bo vê çendîn civîn li dar xistin. Li gel partiyên Kurdistanî yên herêmê, berpirsê Navenda Rêxistinên Hemrînê ya Yekîtiya Niştimanî ya Niştimanî di wê baweriyê de ye ku partiyeke Kurdî heye ku hewl dide dengê Kurdan li wir belav bike.
Yekîtiya Niştimanî her tim xwe dike qurbana berjewendiyên GelDi vê derbarê de Berpirsê Navenda Rêxistinên Hemrînê yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Kerîm Şukur di daxuyaniyekê de bo malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA ragihand: “Em hewl didin ku Kurd di nava Encûmena Parêzgeha Selahedîn cih bigirin di dema hilbijartinên bê de, da ku em bi rêyên yasayî rê li binpêkirina mafên kurdan û pêkhateyên din di nav sînorên navçeyê de bigirin bi tayîbet li bajar e Xurmatû ya parêzgeha Selahedînî.
Şukur her wiha got: “Peywendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi partiyên Kurdistanî yên li herêmê re baş in û armanca wan yekkirina dengê kurdan li navçeyên cihê nakokiyê , daku hejmara herî zêde ji nûnerên kurd li encûmenên parêzgehan bicivîne.” Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê her tim ji bo parastina piraniya xwe kiriye qurbaniya statûya kurdan li navçeyên nakok û ji berjewendiyên teng ên hizbî dûr e, lê belê partiyek heye ku bi berjewendiyên hizbî ve mijûl e û hewl dide dengê kurdan li navçeyê belav bike, lê Yekîtiya Niştîmanî rê nade vê yekê û hertim hewl dide mafên Kurdan garantî bike.
Li Tûzxurmatoyê 40 hezar dengdêrên KurdJi aliyê xwe ve Cîgirê Berpirsê Navenda Rêxistinên Hemrînê yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Hesen Germiyanî ji PUKMEDIA re ragihand, ji bilî Partiya Demokrata Kurdistanê, hemû partiyên din ên Kurdistanê li ser wê yekê hemfikir in ku pêwîste Kurd lîsteke yekgirtî hebe di hilbijartinên parêzgehên Êraqê de û bi vî awayî kurd dikarin di encûmenê de cih bigrin."
Got jî: “Partiyek heye, her çendî dizane ku berbijarê wê di hilbijartinan de sernakeve, lê bêyî şêwirîna bi partiyên din ên Kurdî re, namzedê xwe hilbijart, da ku dengê Kurdan li herêmê belav bike, ji ber ku ev partî bû sedema sereke ya windakirina 3 hezar dengên Kurdan di hilbijartinên berê de."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

