YNK, Gorran û HSDK: Lîsteya Kurdî ya hevbeş li Kerkûk şerte
Kurdistan 04:41 PM - 2023-07-17
PUKMEDIA
Hilbijartinên encûmena parêzgehan
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Tevgera Guhertin û Hizba Sosyal Demokrat a Kurdistanê li ser pêwîstiya yekrêziya rêzên Kurdistanî li Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêmê hevdeng bûn, bi taybetî derbarê beşdariya di hilbijartinên encumenên parêzgehan de ku tê çaverêkirin ku di dawiya vê salê de were lidarxistin. Berpirsê saziya hilbijartinan di Yekîtiya Nîştimanî de tekez dike: "Me û aliyên Kurdistanî li ser wê yekê li hev kirin ku bi yek lîste beşdarî hilbijartinên parêzgehan bibin."
Yekbûna rêzên aliyên siyasî garantiya nasnameya Kurdistanî ya Kerkûkê ye
Berpirsê Dezgeha Hilbijartinê ya YNK Rizgar Hacî Hema got: "Hilbijartinên parêzgehan dê nasnameya wan navçeyan diyar bike û beşdarbûna partiyên Kurdistanî di yek lîsteyê de dê nasnameya kurdî ya parêzgeha Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî misoger bike."
Got jî: Partiyên Erebî sûd ji dabeşbûna aliyên Kurdistanî li Kerkûkê werdigirin, lewma Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dixwaze derfeta hilbijartinan bikar bîne û bi rêya yek lîsteyekî Kurdistanî nasnameya Kurdî vedigerîne Kerkûkê.
Partiyên Kurdistanî bi nêrîna Yekîtiya Nîştimanî re hevbîr inBerpirsê saziya hilbijartinan di Yekîtiya Niştîmanî de diyar kir ku: “Di serdana xwe ya bo aliyên siyasî yên Kurdistanî de, me daxwaz kir ku nakokiyên hizbî û pirsgirêkên navxweyî ji holê rakin û nebin sedem ku Kurd li navçeyên Kurdistanî parçe bibin û me tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîste pirsgirêkên herêmê di navbera aliyan de bên cudakirin û di hilbijartinên parêzgehan de li Kerkûk û navçeyên Kurdistanî bi yekdengî rawestin.”
Rizgar Hama tekez kir: "Aliyên ku me serdana wan kiribûn, bi nêrîna Yekîtiya Niştimanî ya li ser hilbijartinên parêzgehan û giringiya beşdariya di yek lîsteyeke hevbeş de hemfikir in ji bo komkirina piraniya dengên Kurdan li van deveran."
YNK û HSDK li hev dikinEndamê desteya kargêrî ya Mekteba Siyasî ya Partiya Sosyalîst a Demokrat Hakim Xefûr piştî bidawî hatina civîna Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Sosyalîst Demokrat di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Hilbijartinên dahatî yên Kerkûkê mijareke girîng e û derfeta misogerkirina nasnameya Kurdistanî ya Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya herêmê ye."
Got jî: “Em bi bîr û bawerîya Yekîtîya Niştîmanî re li ser pêwîstîya beşdarbûna di hilbijartinan de bi yek lîsteyek hevbeş ya Kurdistanî re ne, daku em karibin bergirî li mafên gelê Kurd bikin, û pêwîstî dibînin ku dest ji berjewendî û xebata hizbî berdin ji bo berjewendiyên bilind ên netewî .”
Pêwîstiya beşdariya partiyên Kurdistanî bi yek lîst heyeDi vê çarçoveyê de, berpirsê Desteya Peywendiyên Kurdistanê û endamê şanda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Salar Serhed di daxuyaniyekê de bo (PUKMEDIA) ragihand: “Di çarçoveya destpêşxeriya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de ji bo parastina statûya Kurdan li Herêma Kurdistanê û navçeyên nakokbar li ser Kurdistanîbûna wan deveran , şanda Yekîtiya Niştîmanî bi serokatiya Rizgar Hacî Hema û Dr. Mîran Mihemed, bi Tevgera Gorran û Partiya Sosyalîst Demokrat re hevdîn kir.
Her wiha got, di civînên xwe de me tekez li ser wê yekê kir ku pêwîste hêz û aliyên Kurdistanî li Kerkûk, Nînowa, Diyala û Selahedîn bi yek lîsteyê beşdar bibin û aliyên Kurdistanî jî li ser nêrîna Yekîtiya Niştimani ya Kurdistanê razî bûn, derbarê hilbijartinên encumenên parêzgehên Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêmê de.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26

.jpg)



.webp)
Aplîkêşin

