Serok Bafil: Em bi coş ber bi hemahengiyê ve diçin
Kurdistan 07:48 PM - 2023-07-24
Daxuyaniya Serok Bafil
Serok Bafil û Humam Hemûdî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî pêşwaziya Dr. Humam Hemûdî Serokê Encumena Bilind a Îslamî ya Êraqê kir.
Di hevdîtinekê de Refaat Ebdullah Biryarderê Desteya kargeriya Mekteba Siyasî û Dr. Izzat Sabir endamê serkirdayetiyê amede bûn , rewşa giştî ya welat û guhertinên siyasî yên dawî gotûbêj kirin û tekîd li ser lihevhatin û hevkariyeke rastîn bi awayekî ku mafên hemû netewe û civakan bê parastin kir.
Her wiha di civînê de tekezî li ser pêwendiya navbera YNKê û Encûmena Bilind a Îslamî ya Êraqê de hat kirin û tekezî li ser pêşxistin û berfirehkirina wê kirin. Di vê çarçoveyê de Dr. Humam Hemûdî rola Serok Mam Celal û şehîd Mihrabî di avakirina Êraqa nû de bilind nirxand û got ku dîroka nû ya Êraqê di vê malê de hatiye nivîsandin û biryarên girîng li vir hatine dayîn, lewma em wan rojan bi rêzdarî bibîr tînin.
Li hember de jî Serok Bafil Celal Talebanî stratejiya niştimanî ya YNKê ji bo hemû hevkêşeyên siyasî pêşkêş kir û got ku em bi coş ber bi hemahengî û xebata hevbeş ve diçin, ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku bi têgihiştin û hevkariya bi hevalên xwe re, em dikarin li ser pirsgirêkan re derbas bibin û welat ber bi dewlemendiyê ve bibin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

