3ê Tebaxê Roja Trajediya Êzdiyan
Kurdistan 07:32 PM - 2023-08-03
PUKMEDIA
Jînosayda Şengal
Roja 3ê Tebaxa 2014ê terorîstên DAÎŞê êrîşî navçeya Şingalê kirin û piştî şer û pevçûnên navbera terorîstan û beşek ji pêşmergeyên wê navçeyê, ew dever hate dagîrkirin.
Beşek ji welatiyên wê deverê ku piraniya wan Êzidî ne, ji tirsa hovîtiyên terorîstan berê xwe dane çiyayê Şingalê, hinek jî ketine destên terorîstên DAIŞê û bi awayekî hovane mêr şehîdkirin û jin û keçên wan pê bazirganî kirin û birin navçeyên bin kontrola wan de li Sûriye û Êraqê, beşeke din ji keç û jinan wek diyarî ji serkirde û fermandarên DAIŞê re hatin dayîn.
DAIŞ komkujî pêk anî
Bi dagîrkirina navçeya Şingalê û derdora wê re DAIŞê dest bi komkujiyan kir û çend welatiyên sivîl ên wê deverê şehîd kirin.
Bi balafiran xwarin û alîkarî ji penaberên li Çiyayê Şengalê re hatin şandin
Ji ber hebûna hejmareke zêde ya welatiyan li çiyayên Şingalê û rewşa nebaş a jiyana wan, destpêkê av û betanî ji firokexaneya Bexdayê û xwarin û ji Herêma Kurdistanê xwarin û kelûpel wergirtin.
Serê Êzdiyan dibrînDAIŞê 80 zilamên êzîdî li gundekî êzîdiyan serjê kirin. Bi kamyonan êrîşî gundekî kiribûn û ji wan xwestibûn ku bibin misilman, lê wan qebûl nekir û piştre DAIŞê di nav saetekê de 80 zilamên êzîdî ji gund kom kirin û serê wan jê kirin û hemû jinên wan ber bi gundê Tileferê ve revandin.
Ji her alî ve hêz ketin ŞengalêDagirkirina Şengalê hêzên çekdar ên her çar parçeyên Kurdistanê bersiv da û ji bo vê jî gerîlayên PKK’ê weke hêzeke Kurdistanî ji bo alîkariya Êzdiyan xwe gihandin navçeyê.
YNKê mfrezeyek ava kirLi hember koçberbûna welatiyên êzîdî ber bi çiyayê Şingalê ve, ew hêzên biçûk ên Pêşmerge ku li nêzîkê wê mane hemû hêzên YNKê bûn û erkê wan ew bû ku welatiyên li çiya ji terorîstan biparêzin û komkujî çênebe, heta ku ji destê terorîstan bên rizgarkirin, zêdetirî 100 pêşmergeyên YNKê di berevaniyê de şehîd bûne û xwe ji bo parastina Êzdiyan kirine qurbanî.
Êzidî xwediyên ola herî kevn a Êraqê neÊzidiyên ku demeke dirêj li Şengalê ne, xwediyên ola herî kevn a Êraqê ne hejmara wan di navbera 600 û 650 hezar kesî de ne di dîrokê de bi 73 qirkirinên komî re rû bi rû mane, ya herî dawî di destê DAIŞ’ê de ye.
Jenosîda ÊzdiyanPiştî dagirkirina Şengalê, di 15-8-2014’an saet 23:00’an de çeteyên DAIŞ’ê sûcên herî hovane li dijî şêniyên Êzidî yên gundê Koço pêk anîn, bi biryarê tawanbarê DAÎŞê Waliyê Mûsilê Ebû Lays ku navê wî yê rast Ridwan Talib Hemdûn e nêzî 500 ciwan û jin li cihên cuda hatin kuştin û di 16 gorên komî de hatin definkirin. herweha bi sedan jin û keçên wan jî li bazarên Mûsil û Sûriyê hatine firotin, rastî destavêtinê hatine û bi awayekî nemirovane hatine firotin.
Lêpirsîna bêencamPiştî demeke dirêj ji jînosayda Şengalê, encamên komîta lêkolînê ya ji bo ji dest dana Şengalê hate avakirin, navên 30 fermandarên leşkerî yên Pêşmerge ku bi jidestdana Şengalê li Şengalê tên sûcdarkirin, li cem rayedarên herêmê ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
12:16 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
YNKê gelek derman ji bo nexweşxaneyên Germiyanê dabîn dike
Kurdistan 05:42 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28




.jpg)

Aplîkêşin

