Texmînên şaş rê li ber şandina pişka Herêma Kurdistanê astang dike
Kurdistan 01:38 PM - 2023-08-06
PUKMEDIA
Budce û mûçe
Piştî gotûbêjên çend mehan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derbarê mûçeyên
darayî de ligel Hikûmeta Federal rêkeftinek kir û ev rêkeftin di bûdceya
federalî ya sala 2023an de hat piştrastkirin.
Di wê rêkeftinê de hatiye ku hikûmeta Herêma Kurdistanê dê 400 hezar
bermîl petrola xav radestî hikûmeta federal bike û li hember wê jî hikûmeta
federal pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceyê dabîn bike, ji bo mûçeyên karmendan
û mijarên din ên darayî.
Di heyama borî de her du hikûmetan li hev kiribûn ku mehane 907 milyar
dînar ji bo dabeşkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bê şandin, lê
berovajî vê yekê bû û hikûmeta federal tenê 598 milyar dînar şand.
Li gor zanyariyên agehdar ev bûyer ji ber texmînên şaş ên şanda hikûmeta
Herêma Kurdistanê li ser hinartina neftê derketiye û hikûmeta federal jî li ser
şandina pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceyê pişta xwe bi wan texmînên şaş
girtiye.
Erkên beramberî
Serokê fireksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Herêm
Kemal Axa ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî PUKMEDIA re ragihand: Yasaya
bûdceya federalî ya sala 2023ê li ser sozên Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma
Kurdistanê li hev hatiye.
Got jî: Yasa hikûmeta federal pabend dike ku mûçeyên
fermanberên herêma Kurdistanê di berdêla hinek erkan li ser hikûmeta herêma
Kurdistanê bişîne, wek radestkirina petrolê û nîvê dahatên neftê.
Texmînên şaş dibin sedema pirsgirêka heyî
Parlamenter Herêm Kemal Axa dibêje: Divê hikûmeta Herêma
Kurdistanê mîqdarên petrolê radestî hikûmeta federal bike da ku ji bo
bikaranîna navxweyî were bikaranîn, di qonaxa niha de ew mîqdar rojane 50 hezar
bermîl petrol e.
Got jî: Texmîna rêjeya hinartina ne neftê ya ku şanda
hikûmeta herêma Kurdistanê radestî hikûmeta federal kir, rêjeyek gelek mezine û
hikûmeta herêma Kurdistanê nikare her mehekê vê qasê kom bike,
Şand bû ku di jimartina hinardekirina neftê de şaştî kir û
tekez kir ku qebareya wan salane 4 trîlyon û 500 milyar dînar e û ev jî
rêjeyeke mezine ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê nikare dabîn bike.
Nabe texmînên şaş pêşkêş bikrê
Parlamenterê berê Şîrwan Mîrza di daxuyaniyeke taybet de ji
PUKMEDÎyê re dibêje: Divyabû ku Şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê li şûna ku
amarên şaş ên ku bûne sedema kêmbûna rêjeya herêmê pêşkêş bike hijmareke rast a
hinardekirina neftê hikûmeta federal agahdar bikira.
Got jî: Şaştî şaştiya şanda hikûmeta herêma Kurdistanê ye û
divê amarên rasteqîne ji hikûmeta federal re pêşkêş bike, li şûna amarên ku
zêdetir ji rêjeya rastî ya hinartina herêmê ye.
Qanûna budçeyê dê bikeve ware cîbicîkirinê
Nûnerê Şîrwan
Mîrza dibêje: Eger yasaya bûdceyê bikeve warê cîbicîkirinê de, dê pişkinînên ji
bo hinardekirina neftê ya Herêma Kurdistanê çêbibin û piştî wê jî pişka Herêma
Kurdistanê ji bûdceyê were şandin.
Got jî: Divê
hikûmeta herêma Kurdistanê vê kêşeyê di qebareya hinartina neftê de çareser
bike, eger nebe di mehên dahatî de dê di dabînkirina mûçeyên karmendan de rastî
kêşeyên mezin bên.
Bûdceya herî mezinÊraq piştî guftûgo û civînên demdirêj di navbera hêz, aliyên siyasî û fireksiyonên parlamentoyê de dest bi bûdceya herî mezin kir, ji ber ku bûdce 134 trîlyon û 500 milyar dînar e, pişka Herêma Kurdistanê di vê bûdceyê de dê 20 trilyon dînar be. rêjeya (12,67).Hikûmeta Herêma Kurdistanê salane 9 trîlyon dînar ji pişka xwe ya bûdceyê ji bo mûçeyên karmendan terxan dike.PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

