Partî çekê şoreşê avêt û Hekarî rê lê girt
Kurdistan 12:02 PM - 2023-08-11
PUKMEDIA
Pêşmergeyên kerwana yekem yê hêzên Hekarî
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê pabende bi vejandina şoreşa gelê Kurd bû piştî rûxana Partiya Demokrat a Kurdistanê di sala 1975`an de ku hemû çekên şoreşê radestî rêjîmê kirin, ji ber vê yekê karê herî dijwar ji bo şoreşa nû dîsa bidestxistina çekan bû, ji ber wê bi rêya têkiliyên li Sûriyeyê hinek çek peyda bibûn, biryar bû bînin û xebata çekdarî dest pê bikin piştî hilweşandinê.
Rêbertiya muweqet derba yekem li şoreşa nû da
Ji Sûriyê û Lîbyayê çek ji şoreşa nû re peydakirin, di 17/4/1978an de sê kerwanên ku ji 1000 pêşmerge pêk dihat ber bi Sûriyê ve bi rê ketin ku 300-350 ji wan bêçek bûn. Lê serkirdayetiya demkî ya PDK di vê hewldanê de derba yekem lêxist û hejmareke zêde ya Pêşmerge şehîd kirin û karesata Hekrî li ser şoreşa nû çêkir.
Armanca YNK’ê ew bû peydakirina çekan bo şoreşê bû
Têkoşerê dêrîn û rizgarbûya karesata Hekarî Omer di nav hêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de bû ku bi giştî endamê serkirdatiya YNKê û endamê buroya leşkerî bû û şehîd Elî Eskerî berpirsê Hêzên Pêşmerge û buroya leşkerî.
Ew dibêje: "Ne rast e ku ew hêz çûye êrîş û têkbirina (serkirdayetiya demkî) bike. Hêza ku biçe şer 200 pêşmergeyên bêçek bi xwe re nabe. Hêza me nêzîkî 800 Pêşmerge bû, 200 bêçek bûn."
“Molazim Omer di daxuyaniyekê de derbarê rastiya karesert Hekarî de bi kopiyekê ji PUKMEDIA re wiha got: Armanca me ya sereke ew bû ku em biçin Badînan û ji wir jî ber bi sînorê Sûriyê ve biçin bo wergirtina çekan, ku beşek ji aliyê Lîbyayê û beşek ji aliyê berxwedana Filistînê, bi taybetî jî Eniya Şeibî û Corc ji me re hatin dayîn. armanca duyem jî ew bû ku li gel Şêx Hisên Babe Şêx li Badînan em ê bimînin heta ku hêzên wî bi temamî bên avakirin û baregeh û baregehên xwe ava bikin."
Hêza YNKê bi rê ket
Yekem kerwan bi serokatiya Dr.Xalid di 17/4/1987an de ji Zalewa derketiye ber bi Birkma, Sîdekan û Bradostê û hejmara wê 320 pêşmergeyan bû ku 150 ji wan bêçek bûn karîn di 11-5-1986 de bighin gundî Corcan ya li ser sînorê Turkiyê.
Kerwana duyemîn jî ji zêdetirî 500 pêşmergeyan pêk dihat û bi serokatiya Elî Eskerî û Tayîrî Elî Welî, piştî çend rojan ji birêketina kerwana yekem ber bi Xana, Kêleşîn û Hesarostê ya li ser sînorê Êraq û Îranê ve çûn.
Kerwana sêyem jî bi serokatiya Mam Celal Talebanî û Newşîrwan Mistefa ji nêzîkî 50 pêşmergeyan pêk dihat û endamên YNK, PDK û PASOKê jî di nav de bûn ji nîzîkî Qeledizê ve birêketin, piştî 3 rojan gihîştin gola Koke û Çiyayê Qendîlê
Kerwana yekem û duyem ji aliyê Îran û Êraqê ve hatin lêdan heta ku gihîştin sînorê Tirkiyê, ji bilî şehîdkirin û birîndarkirina gelek pêşmergeyan,bi ser wê ve serkirdaytiya Mueqet- Partî bi xençerê jehrawî li şoreşa kurd da, bi pilaneke dijminatî êrîşî wan hêzan kir û bi dehan pêşmerge û serkirdeyên şehîd kirin ev sûc bi karesata Colemêrgê - Hekarî tê naskirin.
Îdrîs Barzanî û Hemayl Xan hatin agahdarkirin
Karesata Hekarî ku berî 45 salan rû da, di dîroka tevgera rizgarîxwaza gelê Kurd de hatiye tomarkirin, hinek ji fermandar û kesayetên wê karesatê hîn dijîn, ji wan Hemîd Hacî Xelî, ku niha endamê Mekteba Siyasî ya YNKê ye. dibêje: Ji bo vejîna şoreşê şandeyek şand Îranê cem kek Îdrîs bersivên wî ne xirab bûn, lê got ku divê em hewl bidin (bi hev re şoreşê bikin, lê ger em bi hev re nikaribin wê bikin, emê wêran bibin), piştre name ji Hemayl Xan re şandin.
Bersiva wê erênî bû, lê ji ber ku me bi serkirdayetiya demkî re lihev nekiribû, biryar hat dayîn ku em bêyî serkirdayetiya demkî derkevin, da ku em bi aramî bigihin armancên xwe di rêyekê de emê biçin ku serkirdayetiya demkî lê nebe, piştî ku em çûn sînorê Tirkiyê. Mam Celal û birêz Newşîrwan difikirîn ku em lezê nekin, birêz Elî got: “Ev derfeteke zêrîn e ji bo Kurdistanê û divê em biçin çekan werbigirin.” Ji ber wê jî biryar hat dayîn ku em bi sê kerwan biçin.
YNK ji bo xurtkirina şoreşê hewl da çekan bi dest bixe
Rêheval Cebar, şahidekî din ê karesata Colemêrgê û haydar ji bûyerên karesatê û hûrgiliyên bidestxistina çekan û xiyaneta rêveberiya demkî ye, dibêje: YNK’ê haydar bû ku hikûmeta Êraqê dixwaze gundan bi cih bike û êrîşî YNK’ê bike, lewma biryar da ku çekan ji Sûriyê bîne ji bo parastin û xurtkirina şoreşê, lê rêveberiya demkî ya partî xiyanet li hêzan kir. rêberên me dîl hatin girtin piştre bi biryara wan hatin şehîdkirin.”
“YNK’ê nexwest êrîşî serkirdayetiya demkî ya PDK’ê bike, lê piştî Eşbetal çeêên kêm bidet pêşmergeyan de mabu ji bo çekdarkirina hêzên xwe û heta gundiyan jî ji bo parastina xwe di dema êrîşa Baasê de bi dest xist, hewl dan ku çekan li Sûriyê bi dest bixin, lê serkirdayetiya demkî rê li wan girt û karesat li Colemêrgê çêkir.
Mam Celal di beşa duyemîn a pirtûka xwe ya bi navê Dîdarî Temen ku ji aliyê Selah Reşîd ve hatiye amadekirin, li ser karesata Colemêrgê wiha got: Berevajî xwestekên qirêj ên dijminan, her çend karesata Colemêrgê karesateke mezin, dilgiran û xemgîn bû, lê cesareta û wizeya û vîna serkirdayetiya kadroyên YNKê têk neçû.
Piştî hilweşîna PDK di sala 1975an de, YNKê piştî ku şaneyên xwe yên çekdar ji nû ve birêxistin kir û piştre şoreşê ragihand, hewl da ku çekan bi dest bixe, ji ber ku piştî çopê, PDK hemû çekên xwe radestî rêjîma Baasê kir. , lewra YNK bi rêya peywendiyên xwe bi derve re hewl da ku çekan ji Sûriyê bîne û hêzeke 1000 Pêşmerge di sê kom de şand, lê rêveberiya demkî wê demê nehişt ku hêza YNKê çekan bîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
SOMO dahata du mehên firotina petrolê aşkere dike
05:30 PM - 2026-07-28
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28 -
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
Êraq 04:07 PM - 2026-07-28





.jpg)
Aplîkêşin

