Di êrîşên Tirkiyê de sivîl dibin qurbanî
Kurdistan 08:46 PM - 2023-08-13
Ajansan
Dirun
Dirunên Tirkiyê navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê bombebaran dikin û piraniya qurbaniyên wan operasiyonan xelkê sivîl in, di encama bombebarana dawî de firokeyên bê firokevan hejmarek welatiyên sivîl li nêzîkî navçeya Pêncwînê kirin armanc, ku di serdaneke asayîşe bûn li cem xizmên xwe lê mixabin rastî êrîşê hatin.
Ev teqînên dûbare ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi bêdengiyê tê pêşwazîkirin û ji bo rawestandina teqînên dûbare dikare alîkariyê ji hikûmeta federal bixwaze.
Piraniya qurbaniyên bombebaranê sivîl in
Endamê tîma Kurdistana Êraqê di rêxistina Amerîkayê (C.P.T) de Kamran Osman dibêje piraniya qurbaniyên êrişên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê sivîl in.
Kamîran Osman di hevpeyvîneke taybet de ligel malpera PUKMEDIA got: heta niha hejmara qurbaniyên êrişên Tirkiyê li ser Herêma Kurdistanê gihîştiye 147 şehîd sivîl û 219 kesên din jî birîndar bûne û herwiha 158 gund hatine valakirin li deverên Sîdekan li parêzgeha Hewlêrê, Zap û Avaşîn li parêzgeha Duhokê, ji bilî hejmarek ji gundên navçeya Zaxo.
Dirunên dewleta Tirk welatiyan dikin hedef
Kamîran Osman dibêje: Piraniya qurbaniyên êrişên firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê sivîl in û li gorî amarên li ber destê min, êrişên Tirkiyê heta niha bûne sedema şehîdkirina 147 sivîlan û birîndarbûna 219 kes. yên din û balafirên bêmirov ên Tirk ji şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê bêtir sivîlan dikin armanc.
Ji ber bombebarana domdar gelek gund hatin valakirin
Kamîran Osman dibêje: Heta niha 158 gund ji ber bombebarana Tirkiyê ya dubare hatine valakirin, piraniya wan li navçeya Sîdekan a ser bi parêzgeha Hewlêrê, El-Zap û Avaşîn li parêzgeha Duhokê ne û ji bilî hin gundan li sînorên Zaxo, û çend gundên parêzgeha Silêmaniyê hene, û bi giştî %59 ji qurbaniyên bombebarana Tirkiyê sivîl in.
Baregehên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê
Kaman Osman dibêje: Tirkiyê 64 xal û baregehên leşkerî li Herêma Kurdistanê hene ku hemû jî di nav sînorên parêzgehên Hewlêr û Duhokê de ne. Û di sala 2023an de 82 bombebaranên cuda li ser deverên Herêma Kurdistanê pêk hatin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember bombebaranan bêdeng e
Endamê Komîteya Ewlekarî û Navxweyî di rûniştina pênşem a Parlamentoya Kurdistanê de Palambo Mihemed di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re ragihand: Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi taybetî kabîneya nehê ne amade ye.
Got jî: eger hikûmeta herêma Kurdistanê li dijî bombebarana çendîn car û binpêkirinên berdewam yên serwerîya Êraqê dozê veke, wê demê hikûmeta federal dikare piştevanîya vê dozê li Neteweyên Yekgirtî bike û êrîşên dûbare yên bombebaranê rawestîne, lê mixabin hikûmeta herêma Kurdistanê ne amadeye.
Bombebaran bandorê dighîne 82 naveyan
Li gor amarên rêxistina Amerîkî (C.P.T) belav kirine, di sala îsal de 82 teqîn li deverên cuda yên Herêma Kurdistanê hatine kirin û piraniya qurbaniyên wan operasyonan welatiyên sivîl in.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Zeydî û Erdogan çend rêkeftin û yadeşt îmze kirin
09:21 PM - 2026-07-28 -
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
SOMO dahata du mehên firotina petrolê aşkere dike
05:30 PM - 2026-07-28
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Li gundewarê Efrînê termê Kurdekî hat dîtin
Kurdistan 08:54 PM - 2026-07-28 -
Zeydî û Erdogan çend rêkeftin û yadeşt îmze kirin
Êraq 09:21 PM - 2026-07-28 -
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28





.jpg)
Aplîkêşin

