Serkirdayetiya demkî ji eşîran re gotibû serê wan ji bo me û çek û milkê wan jî ji we re
Kurdistan 02:06 PM - 2023-08-14
PUKMEDIA
Serkirdayetiya demkî ji eşîran re gotibû ku serê wan ji bo me û çek û milkê wan jî ji we re ye
Beşa pêncem
Direw
û dereweke din a Kemal Kerkûkî qebereya û hejmara wê hêzê ye û gotinên
neguncayî yên ku li ser şehîdên serkirde Elî Eskerî, Dr.Xalid û Şêx Husên Baba
Şêx kir ku ew dibêje ne rast e. Di şûna wê de, daxwaza serkirdayetiya demkî û
Kemal Dîlkuj ew bû ku xwezî van şehîdan di girtîgehê de li ber wa bigeriyana û
daxwaza lêborînê bikrana.
Tiştê ku ji
rizgarbûyên wê karesatê hat bihîstin û ji nameyên şehîd Elî Eskerî û serkirde û
fermandarên wê hêzê berî ku ew dîl bên girtin û şehîd bibin ketibûn ber dest,
ne tenê derewên Kemal Kerkûkî ye. Rêheval Hemîd Hacî Xelî ku yek ji esîrên şer
ên Colemêrgê ye, diyar kir ku “Dema ku
beşa duyemîn a hêzê ji aliyê bejahî, hewayî û topxaneya Îranê û ji aliyê Êraqê
ve hat lêdan, rêheval Mam Celal û serkirdayetiyê daxwaz kirin ku planê ji nû ve
binirxînin û beşa duyem û sêyem were paşxistin û planek nû bê danîn. Ji berk u pilana
yekem ji aliyên Hêzên Êraq, Îran, Turkiyê û aşîretên bakurê Kurdistanê ve bi
alikariya serkirdeya demkî eşkire bibû,ji bo vê yekê pêwîst bû ku beşê duwem
ber geliya Kurgî ve were kişandin.
Lê
belê weke ku di pirtûka (Kareseta Hekarî) ya Newşîrwan Mistefa de hatiye gotin,
şehîd Elî Eskerî û serkirde û fermandarên wê hêzê pêşniyara serkirdayetiyê red
kirine heta wê radeyê ku rêberê Elî Eskerî bi hêrs çoyê xwe li kevir xist û şikand
û got:"Em pêşmerge ne, her guleyek biteqe, em nikarin planên xwe
biguherînin."
Di heman dîdarê
de rêheval Hemîd Hecî Xalî wiha got:Dema kudi şerê li navçeya Bazî de em bê fîşek
man û ji aliyê bi sedan çekdarê aşîran hatibûn dorpêçkirin, Cewher Namiq li ser
pişta hespeke spî hat û wê hêzê bibîne, ku piştre hat eşkerekirin ku
serkirdayetiya demkî ye, bêyî ku çend tohmat li Yekîtî dan ji çekdaran re gotibû ku serê wan ji bo me ye
û çek û milkê wan jî ji bo we,ev jî dişibe yasayên eşîrî yên sedsalên borî û reftarên pasewanên etnîkî yên Baasê li hember kurdan û şervanên wan.
Hêza ku wan behsa beşên yekem û duyem yên meşê kir, ku bi giştî nêzîkî 800 Pêşmerge bûn, ku li gorî şahidan zêdetirî 300 pêşmerge bêçek bûn û zêdetirî 50-60 pêşmerge jî di rê de bi bombebaran û kemînên hêzên Iranî û Iraqê şehîd bûn, ji wan 76 kes ji ber îzolebûn û bêtecrûbeyê neçar man xwe radestî rejîma Iraqê bikin û yên mayî jî di şer de şehîd bûne yan jî dîl hatine girtin û şehîd xistin.
Tenê hinek ji wan hêzan bi pisporiya xwe reviyan û vegeriyan serkirdayetiyê, beşek ji pêşmerge û fermandarên dîl bi alîkariya Seîd Beg, birayê Kerîm Xan Bradost, ku pêşmergeyê serkirdayetiya demkî û nobedarê zindana serkirdayetiya demkî ya Colemêrgê bû, ji zîndanê reviyan.
Di beşa bê de em ê behsa dadgeha Qereqûşî û şehadeta hersê rêber Elî Eskerî, Dr.Xalid û Şêx Husên Babaşêx bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokwezîr bi banga fermî ya Emmanuel Macron serdana Fransayê dike
12:19 AM - 2026-09-12 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
10:01 AM - 2026-09-11 -
Şoreş Îsmaîl: Yekxistina temamî ya pêşmergeyan bi serkeftin bi dawî hat
07:28 PM - 2026-09-10
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11 Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
06:21 PM - 2026-09-11
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
01:23 PM - 2026-09-11
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
12:08 PM - 2026-09-11
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
09:46 AM - 2026-09-11
zortrin xwendraw
-
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
Êraq 12:08 PM - 2026-09-11 -
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
Cîhan 01:23 PM - 2026-09-11 -
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
Kurdistan 09:46 AM - 2026-09-11 -
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
Êraq 06:21 PM - 2026-09-11 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 7 milyar dînare
Kurdistan 09:06 AM - 2026-09-11 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
Cîhan 10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
Cîhan 10:01 AM - 2026-09-11 -
Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11




.jpg)

Aplîkêşin

