Ber bi Kongreyê ve Ber bi nûjenkirina jiyana partiyê ve
Kurdistan 01:51 PM - 2023-08-22
PUKMEDIA
Sergotara Kurdistanê Nû
Sergotara Kurdistanê Nû
Pabendbûna bi nexşerêya partiyê, ku rêgezên navxwe û bernameya lidarxistina kongreyê ye, yek ji xalên bingehîn e ku ji aliyekî ve ruhê hizbî teşwîq dike û ji aliyê din ve rastbûn û pabendbûna bi rewabûna kongreyê û sozên rêhevaltiyê xurtir dike.
Paşxistina kongireya duyem, sêyem û çarem tevî pirsgirêk û astengiyên di nava xebata rêxistinî ya navxwe ya YNKê û pirsgirêkên Kurdistan, Iraq, navçe û cîhanê, ku bûne sedem û sebebên ne lidarxistina kongreyan li gor rêziknameya pejirandî ya van kongreyan û coş û xebata rêxistinî ya partiyê sar kir.
Biryara Mekteba Siyasî di civîna xwe ya dawî de li bajarê Kerkûkê yê pîroz ê Kurdistanê, roja lidarxistina kongreya pêncemîn a YNKê, çendîn îşaretên giring hene ku cihê dilxweşî û helwesta hevalên YNKê ne, ji ber ku:
*Pêkanîna xwestekên rêheval Mam Celal û komîteya damezirîner a YNK’ê ye ku hertim tekezî li ser wê yekê dikirin ku kongre di dema xwe de bê lidarxistin û jiyana hizbî bê nûkirin.
*Bi biryarê qonaxa dawî ya biryara jiyana partiyê ya asayî vekir, ji ber ku kongre ji bernameya xwe dernakeve, dê du meh pêştir ji bernameya xwe wê were lidarxistin.
* Bi saya vê yekrêzî û yek biryarê YNK wek berê dest ji kongreyê bernade, lê wek her partiyeke nûjen dizane ku du hilbijartin li pêşiya me ne, ji ber wê jî hilbijartinan nake behane ji bo paşxistina kongreyê lê kongreyê pêsdatir lidardixe ji bo ku hilbijartin bi biryarên nû, rêbertiya nû û nêrînek nû têdikevin lîstika hilbijartinê.
* Lidarxistina kongreyê piştî sererastkirina rêbaza nîşana asayîkirina kevneşopiyên hizbî û demokrasiya hizbî ye, ev peyamek e ku YNK ji her kesî re dide ku divê em kongreyê bikin sîstemeke nû û mijareke asayî, ne weke mijareke ku her tim cihê dudiliyê be.
* Ji ber ku YNK di piraniya warên hizbî, medyayî û îdarî de destpêşxerî û dahênerê modelên nû bûye, ev pêngav dê li Kurdistanê bi taybetî û li Rojhilata Navîn bi giştî bibe modelek bilind.
* Ev dilgeşiya hizbî ji bilî handana her kesî bo amadekarî û beşdariya di hilbijartinên dahatî yên encûmenên parêzgehên Iraqê û parlamentoya Kurdistanê de, dê bibe qonaxeke nû ya hizbî bi yekrêziya zêdetir û serkirdayetiya nû.
Ev YNK yek dest û yek biryarê dide û ne endamên YNKê jî şahidiyê dikin ku li ser sozên xwe durust bûye.Nimûneya zindî ya vê durustî û pabendbûn û pêkanîna gotinê ji sozên Serok Bafil Celal Talebanî diyar e, ji piraniya daxwazên xwendekarên xwepêşander û xwepêşandanên medenî yên Pêncwên, Derbendîxan û Kifrî û çareserkirina piraniya pirsgirêkên wan û karkirina li ser pêşniyarên civîna YNKê ku par hatibû amadekirin û bilindkirin.
* Helwest û îsrara serkirdayetiya YNKê, kadroyên hikûmet , parlamentoya Kurdistanê û Bexdayê ji bo parastina xwestekên rewa yên gelê kurd û nehêlana tawîz li ser prensîbên exlaqî, hemû bi hev re mizgîniyeke baş e ji bo lidarxistina kongreyek bi kalîte ji bo hevalên organên cuda yên YNKê û vegerandina baweriya bi riya pîroz a ku Serok Mam Celal bingeh danî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

