Stran Ebdullah: Kongre dê bibe kevneşopiyek di nava YNKê de
Kurdistan 05:21 PM - 2023-08-23
PUKMEDIA
Stran Ebdullah
Endamekî Mekteba Siyasî ya YNKê ragihand,Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) biryar da ku di meha Îlonê de kongreya xwe ya pêncemîn lidar bixe û got:"Di kongreyê de dê bernameya partiyê biguhere û serkirdayetiya nû were hilbijartin. Ji niha û pê ve lidarxistina kongreyan bi navê YNKê dê bibe kevneşopî."
Berpirsê Buroya Ragihandinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Stran Ebdullah wiha got:"Serok Bafil di civîna Mekteba Siyasî de ev mijar pêşniyar kir û sedema wê jî destnîşan kir, ku îsal dê erka endamên serkirdayetiyê bi dawî bibe û em li pêşiya hilbijartinên encumenên parêzgehan û hilbijartinên Civata Niştimanî ya Kurdistanê ya sala bê dinêrin. Divê kongre berî hilbijartinan were lidarxistin daku hevdem ligel hilbijartinan nebe."
YNK naxwaze kongre were paşxistinHer wiha got:“Eger em bixwazin kongreyê bo piştî hilbijartinên encumenên parêzgehan were paşxistin, wê demê emê bi hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê re rûbirû bimînin û divê em careke din wê kongreyê bidin paşxistin , ev yek dê me vegerîne rîtma yekem a kongreyên YNKê ku dereng ,dereng kongire dihat kirin. Ji ber wê jî Serok Bafil pêşniyar kir ku YNK berî hilbijartinên encumenên parêzgehan kongreya xwe lidar bixe, ev yek jî di dîroka YNKê de dibe yekem car kongreyên xwe ne di dema xwe de, lê pêşwext li dar bixe.”
Dîroka kongreyê bi yekdengî hate diyarkirinGot jî: “Di civînê de komîsyonek bilind ji bo rêkxistina karûbarên kongreya pêncem li gor rêzikên navxwe hate pêkanîn, piştre bi yekdengî rê da YNKê ku beriya hilbijartinên 27-9-2023 xwe nû bike.
Kî dê beşdarî kongreyê bibe?
Derbarê hevalên ku dê beşdarî kongreya pêncemîn bibin Stran Ebdullah wiha got: “Hevalên ku dê beşdarî kongreyê bibin endamên serkirdayetî , Desteya Bilind a Siyasî, endamên berê yên serkirdayetiyê , endamên desteya damezrîner in û Pêşmergeyên sala 1976ê, li gor van pîvanan, nêzîkî 200 endamên herdemî di kongreya bê de ameden e. Di kongreya bê de, yên din jî bi mekanîzmayeke ku ji aliyê hevalên komîteya amadekar, komîta hilbijartinê, navenda lêkolînê û navenda yasayî ve tê pêşniyarkirin, dê bibin endamên kongreyê."
Serkirdayetiya nû wê ware hilbijartinBerpirsê Buroya Çapemeniya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand:"Kongreya pêncem dê rewşa nû ya YNKê û rêveberiya Kurdistan û Iraqê şirove bike , dê kongreyek be ku dê bernameya YNKê biguhere , serkirdetiya nû hilbijêre û li gorî bernameya ku di kongreyê de were pesendkirin, helbet divê bernameya her partiyek rûbirûyê gel be, YNK ku xwe xizmetkarê gel dibîne û dê têkoşîna xwe ji bo xizmetkirina gel bidomîne.’’
Daxwaza lidarxistina kongreyê wê bi demê re pêk wereEv jî li halekê ye ku lidarxistina kongreyê di dema xwe de xwestek berê ya birêz Mam Celal û komîteya damezrîner e YNKê bû, îro jî bi serpereştiya Bafil Celal Talebanî serokê YNKê ev daxwaz tê cîbicîkirin û wê di nava YNK’ê de vê kevneşopiyê xurt bibe ku kongreyê di dema xwe de pêk warin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
10:01 AM - 2026-09-11 -
Şoreş Îsmaîl: Yekxistina temamî ya pêşmergeyan bi serkeftin bi dawî hat
07:28 PM - 2026-09-10 -
Li bajarên Rojava ji bo zimanê kurdî xwepêşandan didomin
05:17 PM - 2026-09-10
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11 Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
06:21 PM - 2026-09-11
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
01:23 PM - 2026-09-11
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
12:08 PM - 2026-09-11
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
09:46 AM - 2026-09-11
zortrin xwendraw
-
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
Êraq 12:08 PM - 2026-09-11 -
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
Cîhan 01:23 PM - 2026-09-11 -
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
Kurdistan 09:46 AM - 2026-09-11 -
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
Êraq 06:21 PM - 2026-09-11 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 7 milyar dînare
Kurdistan 09:06 AM - 2026-09-11 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
Cîhan 10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
Cîhan 10:01 AM - 2026-09-11 -
Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11




.jpg)

Aplîkêşin

