Bertekên cîhanî yên li hember Xiyaneta Mezin a 31’ê Tebaxê
Kurdistan 06:45 PM - 2023-09-02
PUKMEDIA
Xiyaneta 31’ê Tebaxê
Piştî serhildana girseyî ya gelê Kurdistanê di sala 1991ê de, û piştre bi milyonan koçberî ku referandumeke gelêrî bû ji bo redkirina desthilata Bais, Encûmena Asayişa Navdewletî di 4/5/1991ê de biryara jimare 688 ji bo parastina xelkê Kurdistanê derxist ji bo ku rê nedin rejîma dîktator careke din zilmê li xelq bike. Artêşa Seddam bi dewatkirina Partiya Demokrat a Kurdistanê careke din derbasî Herêma Kurdistanê bû di xiyaneta 31’ê Tebaxa 1996’an,ku binpêkirina biryarnameya Encumena Asayîşê ya navborî û ev xiyanet, derbasî Herêma Kurdistanê bû û Hewlêr dagîr kir bi vê rastî gelek bertekên navdewletî hat û Amerîka jî êrîşên asmanî li ser çeperên artêşa Iraqê li wan deveran pêk anîn.
BILL CLINTON: Ger min wisa kiriba, dê pasevanên min jî ez qebûl nekiramaHikûmeta herî mezin a cîhanê, Amerîka, baş dizanibû xiyaneta 31ê Tebaxê pêk tê , wek ku Serokê wê demê Bill Clinton di axaftineke xwe de li Qesra Spî got: “Berî sê rojan, tevî hişyariyên eşkere yên Amerîka û civaka navdewletî, her Hêzên Iraqê êrişî bajarê Hewlêrê kirin û ew bajar dagîr kir, lê derket holê ku Sedam Husên bi alîkariya grûpeke kurdî êrişî Hewlêrê kiriye.Weke ku Clinton di derbarê xiyaneta 31ê Tebaxê de got: "Eger min xiyanetek bi vî rengî kiriba, dê pasewanên min ji min qebûl nekirina."
Joe Biden: Bûyerên 31ê Tebaxê biryara 688 ya Konseya Ewlekariyê binpê kirJi aliyê xwe ve, serokê niha yê Amerîkayê Joseph Biden ku wê demê endamê Senatoyê bû, di civîna Encûmenê de got: Kiryarên Sedam Husên binpêkirina peyman û yasayên navdewletî yên têkildarî mafên mirovan û biryara 688 ya Konseya Ewlekariyê Neteweyên Yekbûyî ye. Ez bang li Saddam dikim ku dest ji zextên li ser welatiyên Kurd berde."
John Kerry: Ti hincet ji bo dagîrkirina Hewlêrê nîneDerbarê vê de Wezîrê Derve yê berê yê Amerîka John Kerry ku di sala 1996ê de jî endamê Senatoyê bû, wî got: “Seddam Husên hewl dide hincetên êrişên xwe çêbike û got ku li ser vexwendina Partiya Demokrata Kurdistanê Hewlêr dagîr kiriye yek ji partiyên desthilatdar li bakurê Iraqê ye."
Kerry her wiha got: Êrişa artêşa Iraqê bo ser Hewlêrê û metirsiya berdewamiya êrişa ser navçeyên din, bêrêzîkirina bi ruh û naveroka biryara 688 a Encûmena Asayişa Navdewletî ye ku di encamê de bi sedan welatiyên kurd ên bêguneh jiyana xwe ji dest dan.
CNN: Mesûd Barzanî peymana bi Seddam Husên re nû kirTora nûçeyan a CNN a Amerîkî jî di 12’ê Îlona 1996’an de raportek li ser xiyaneta 31’ê Tebaxê belav kir û tê de got: “Di demekê de ku grûpên opozîsyona Iraqê mijûlî komkirina piştgiriyê bûn ji bo rûxandina rejîma Sedam, li derdora cîhanê, şer û pevçûn di navbera partiyên kurdî de derket. Partiya Demokrat a Kurdistanê de, bi piştgiriya rejîma Beisê, hevrikê xwe, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, ji bajarê Hewlêrê derxistin .
CNN di raporta xwe de amaje bi wê yekê dike ku “dibe ku Mesûd Barzanî serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê peyman û pabendbûna xwe bi Sedam Husên re nû kiribe, ji ber ku hêzên wî di 31ê Tebaxê de êrişî navçeyên Kurdistanî kirin û ev yek jî bû sedema berteka Amerîkayê, ew neçar ma ku êrîşên mûşekî bike ji bo derxistina hêzên Îraqî ji wan deveran.
Xiyaneta 31ê Tebaxê xewna opozîsyona Iraqê jî pûç kirPartiyên opozisyona Îraqî li derve kar dikirin ji bo bidestxistina piştgirya navdewletî ji bo rûxandina rêjîma Beisê, lê Partî bi xiyaneta 31ê Tebaxê hemû ew hewldan pûç kirin û hemû rê li ber wan girtin.
Li gorî rapora CNN`ê, "bûyerên 31ê Tebaxê ziyaneke mezin gihandin komên opozisyona Iraqê ku li derveyê welat hewl didan ji bo komkirina piştgiriya navdewletî ji bo rûxandina rêjîma Sedam, ji ber wê jî wan girûpan ragihandin ku li ser vexwendina Partiya Demokrata Kurdistanê artêşa Iraqê vegeriya Kurdistanê û zirara herî mezin da wan."
Li ser vê mijarê Rosemary Hollis ji Enstîtuya Qraliyeta Karûbarên Navnetewî li ser bûyerên 31ê Tebaxê nivîsî û got: “Bi rastî, li herêmên Bakurê Iraqê (Kurdistan) ku hatine kontrolkirin, ti rê ji opozîsyona Iraqê re nemaye. Saddam Husên, diyar kir ku "Dagirkirina Bakurê Iraqê (Kurdistan) hêviya komkirina opozisyonê û xwepêşandanan û rûbirûbûna hikûmeta Bexdayê ji nav welêt têk bir.
Û wê got jî: “Bi dagîrkirina beşekî Kurdistanê ji aliyê rejîmê ve, ti astek ji opozisyonê re nemaye û heta niha jî ne diyar e ku divê opozîsyon çi bike”.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
SOMO dahata du mehên firotina petrolê aşkere dike
05:30 PM - 2026-07-28
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28 -
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
Êraq 04:07 PM - 2026-07-28





.jpg)
Aplîkêşin

