Serok Bafil: Em qebûl nakin xwîna ciwanên me li Kerkûkê bê rijandin
Kurdistan 11:33 PM - 2023-09-02
PUKMEDIA
Serok Bafil
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî dilgiraniya xwe ji aloziyên li Kerkûkê nîşan da ku di encamê de şehîd û birîndar hene û got.“Em hemû hewldanên têkbirina biratî û jiyana hevbeş li Kerkûkê bi tundî şermezar dikin û dibêjin: Kerkukiyên serbilind, hûn hêjayî rêzgirtineke bêsînor û xizmeteke girîng in, ne ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî werin bikaranîn.’’
Teksta peyama Serok Bafil ;
Em ji ber bûyerên nexwestî yên li Kerkûkê û şehîdbûna xortekî kurd û birîndarkirina gelek kesên din dilgiran in.
Em hemû hewldan û armancên wêranker ên ji bo têkbirina biratî û jiyana hevbeş li Kerkûkê bi tundî şermezar dikin, lê divê di zûtirîn dem de berpirsên ji şehîd û birîndarkirina kurên me bên girtin û radestî dadgehê bên kirin.
Gelî Kerkûkiyên serbilind, hûn hêjayî rêzdariya bêsînor û xizmeteke girîng in, ne ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî bibin qurbaniyên destkeftiyên taybet. Em bi tundî li dijî vê siyaseta xerab û neheq in û qebûl nakin ku xwîna ciwanên me li ser navê hestê netewî bê rijandin û bi qeder û canê wan were lîstin.
Ez bang li hemû aliyên pêwendîdar bi taybet hikûmeta Iraqê dikim ku demildest rê li rijandina xwînê bigrin û dawî li rewşa heyî bînin. Herwiha em daxwaza bilezkirina asayîkirina rewşa Kerkûkê dikin û em hişyariyê didin ku berdewamiya rewşê bi vî awayî nayê qebûlkirin, lewra em bang li hemû aliyan dikin ku bi berpirsyariya herî mezin bi rewşê re rûbirû bin û rê li ber fitne û parçebûnê bigirin.Pêwîste her kes hevkarî û hemahengî ji bo bidawîkirina vê rewşê û parastina aştî û biratiyê di navbera hemû netewe û pêkhateyan de li Kerkûkê bike.
Bila ruhê şehîd Hawkar rihet be û ji malbata wî ya serbilind re sersaxiyê dixwazim. Ez ji Xwedayê Mezin sebrê ji bo hemû aliyekî dixwazim û bo birîndaran şîfayê.
Bafil Celal Talabanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

