Ji baregehê bo baregehê... Partî dixwaze agirê fitne û parçebûnê li Kerkûkê gur bike
Kurdistan 01:52 PM - 2023-09-06
PUKMEDIA
Bûyerên li Kerkûkê
Partiya Demokrat a Kurdistanê hewl dide ku agirê fitneyan
li Kerkûkê geş bike û rewşa aram, pêkve jiyan û lihevkirinê li bajêr têk bibe.
Ew bi behaneya destdanîna ser baregehên Fermandehiya
Operasyonên Hevbeş li ser wê yekê kar dike, lê ti pêwendiya wê bi rastiyê re,ger
dixwaze baregehên xwe vegerîne li Kerkûkê
gelek hene bo çi naçe wir? Çima israr dike ku vê baregehê radest bike. Hemû
mijar dikeve çarçoweya çandina nakokiyan di navbera pêkhateyên Kerkûkê de, ne
veger û karê siyasî.
Û eger heta vê astê baregehên xwe pê bihane, sala borî
baregeha wî ya sereke li paytext Bexdayê ji aliyê xwepêşanderan ve hat
şewitandin, û wî peyvek jî negot, belkî daxuyaniyeke şermokî belav kir, ji ber
wê ji ji me re diyar e ku ew naxwaze vegere Kerkûkê, belku dixwaze agirê fitne
û şerê di navbera pêkhateyên wê de gur bike.
Pirsgirêkan çêdikin û tevliheviyê derdixin
Endama Encumena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê birêz Rabîhe Hemed ji malpera
fermî ya Yekîtî PUKMEDIA re ragihand: Tişta ku li Kerkûkê qewimî û pirsgirêkên
Partiya Demokrata Kurdistanê derketine cihê ne rihetiyê ye ji welatiyên Kerkûkê
re.
Herwaha got: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo
parastina bajarê Kerkûkê qurbaniyên mezin dan û ya ku Partiya Demokrat a
Kurdistanê dike ji bo derxistina pirsgirêk û tevilheviyê ye.
Bicîhanîna acandeyên derve
Xanim Rabîhe Hemed dibêje: Armanca partiya Demokrat ne ew e
ku baregehê bi dest bixe, ji ber ku sala borî xwenîşanderan baregeha wê li
paytext Bexdayê şewitandin û ti helwestek dernexist, belku tenê daxuyaniyeke
şermokî belav kir.
Got jî: Tişta ku li Kerkûkê rû dide, bûye pirseke navçeyî û
bername û ajandayên derve li pişt wê yekê ne û hinek jî hene ku roleke nerênî
li Kerkûkê dilîzin û dixwazin bi rêya Partîya Demokrat ajandayên xwe li bajarê
Kerkûkê cîbicî bikin. Hemû hewldanên wan ji bo afirandina pirsgirêkan, çêkirina
qeyranan û paşxistina hilbijartinên ku biryar e piştî demekê bên lidarxistin,
ne.
Armanckirina piroseya hilbijartinê
Kadroyekî pêşkeftî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li
Kerkûkê Omer Rida Mamo ji PUKMEDIA re ragihand: Tişta ku li Kerkûkê diqewime,
lêdana hilbijartinan û dirustkirina rewşeke bêhêvîtiyê ye di nav welatiyan de
ji ber beşdarnebûna di hilbijartinan de.
Got jî: hinek alî di wê bawerîyê de ne ku Yekêtiya Niştimanî
ya Kurdistanê dê di hilbijartinên parêzgehên Kerkûkê de bibe yekem serkeftiyê
Kerkûkê û hemwelatiyên Kerkûkê jî bi başî dizanin ku tişta diqewime komployek
li dijî wan e û daxwaz ji wan dikin ku hilbijartinan baykot bikin.
Partiya Demokrat naxwaze vegere Kerkûkê
Omer Rida Mamo dibêje:
Tişta ku li Kerkûkê û baregehên ku li ser rêya Hewlêrê qewimîn, hinceteke
Partiya Demokrat e ku rewşê xera bike û tevliheviyê çêbike, ji ber ku naxwaze
vegere Kerkûkê.
Got jî: Partîya Demokrat
li Kerkûkê gelek baregehên xwe hene, çima wan bi kar nayîne, eger naxwaze
aloziyê çêbike çima tenê li ser vê baregehê îsrar dike, her kes dizane ku
dixwaze pirsgirêkan çêbike û rewşa ewle û aram li Kerkûkê têk bibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

