Serok Bafil: parastina aramiyê û çareserkirina pirsgirêkan bi diyalogê
Kurdistan 01:39 PM - 2023-09-16
PUKMEDIA
Serok Bafil Talebanî
Civîn û hevdîtinên Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî li gel berpirs û kesayetiyên navçeyî û navdewletî yên di rojên derbasbûyî de li mala Serok Mam Celal li paytext Bexdayê berdewam bûn û derbarê pêşhatên dawî û siyasî gotûbêj kirin. Li herêmê, ji bilî parastina aramiyê, û tekîd li ser wê yekê kirin ku Yekîtiya Niştimanî ya siyaseta aqilane û hevseng a serok Mam Celal bi rê ve dibe û bi îradeyek bihêz û serbixwe bo xizmetkirina xelkê.
Ji bo cîbicîkirina van prensîbên bingehîn û yên din, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî di destpêka heftiya borî de bi serokatiya şandeke pilebilind a Mekteba Siyasî serdana paytexta Îranê Tehranê kir. Bi Serokê Meclisa Şûraya Îslamî ya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf û Wezîrê Karên Derve Husên Emîr Ebdullahiyan, bi rayedarên Komara Îslamî ya Îranê re çendîn civîn û hevdîtin pêk anîn.
Di du civînên cuda de, Bafil Celal Talebanî tekezî li ser giringiya parastina aramî, ewlekarî û jiyana hevbeş li navçeyê û piştevaniya diyalog û têgihiştina berpirsane kir û tekez li ser wê yekê kir ku yekane rêya derbaskirina pirsgirêkan û gihîştina bi armancên niştimanî berdewamkirina hewlên ji bo çareserkirina pirsgirêkan û kontrolkirina navçeyê ye ji bilî berfirehkirina danûstendina bazirganî û hemahengiya çandî di navbera her du aliyan de.
Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Silêmaniyê her wiha pêşwaziya Mihemed Kazim El Sadiq Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê kir û di hevdîtinê de tekez li ser yekxistina hewlên ji bo çareserkirina pirsgirêkan û bihêzkirina peywendiyan hate kirin, di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî de amaje bi hewlên Yekîtiya Nîştimanî ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federal de kir û tekez li ser berdewamiya hewlên ji bo derbaskirina vê rewşê û dîtina çareseriyeke radîkal ji bo pirsgirêkan di zûtirîn dem de kir ku xizmeta berjewendiyên bilind ên di navbera her du aliyan de bike.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî li mala Serok Celal Talebanî li Bexdayê, bi cuda pêşwaziya Balyozê Sûriyê li Iraqê Sattam Jadan El Dandah û Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski kir, Talebanî di hevdîtina xwe de ligel Balyozê Sûriyê tekez li ser xema xwe ji bo bidestxistina ewlehiyê li Sûriyê û navçeyê kir û amaje bi wê yekê jî kir ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê piştevaniya çareseriya aştiyane li wî welatî dike û daxwaza berfirehkirina hevkarî û hemahengiya leşkerî û îstixbaratî dike ku faktora serkeftina hewlên parastina ewlehî û aramiyê û rûbirûbûna paşmahiyên terorîstan dike.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî jî di hevdîtina xwe ya li gel Balyozê Amerîka li Iraqê de tekez li ser wê yekê kir ku ji bo bidawîkirina rewşa niha hemû bijarde li pêşiya me vekirîne û bêyî derbaskirina pirsgirêkan aramî pêk nayê, ji bo pêşhatên dawî yên siyasî, aborî û emnî û nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, dupat kir ku dilgiraniya xwe bo mafê debara jiyana welatiyan û mafê darayî ku bi mijarên siyasî ve girêdayî ye, ji ber ku debara jiyana xelkê pirseke mezintir e ji qurbanîdana nakokiyên siyasî. Her di vê çarçoveyê de her du alî tekez li ser pêwîstiya dîtina rêçareyên destûrî û siyasî ji bo kêpirsgirêkan bi awayekî ku daxwazên her kesî pêkbîne û aramiya deverê biparêze.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Li gundewarê Efrînê termê Kurdekî hat dîtin
08:54 PM - 2026-07-28
SOMO dahata du mehên firotina petrolê aşkere dike
05:30 PM - 2026-07-28
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Li gundewarê Efrînê termê Kurdekî hat dîtin
Kurdistan 08:54 PM - 2026-07-28 -
Zeydî û Erdogan çend rêkeftin û yadeşt îmze kirin
Êraq 09:21 PM - 2026-07-28 -
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28


.jpg)



Aplîkêşin

