Konferansa 5 ya YNK... Di xebatê de nûkirin û di biryarê de lihevkirin
YNK 12:39 PM - 2023-09-24
PUKMEDIA
Logoya Yekîtî
Amadekariyên
ji bo lidarxistina pêncemîn konferansa Yekîtiya Niştîmanî, roja Çarşemê
27.9.2023 berdewam in û ev konferans dê bandorê li Herêma Kurdistanê û Êraqê
bike.
Çend roj
berê konferansên navend û ofîsên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo
hilbijartina nûnerên xwe bo pêncemîn konferansê bi beşdariya 3 hezar û 274
endaman bo hilbijartina 260 endaman bo beşdariya di pêncemîn konferansa
Yekîtiya Niştimanî de hatin lidarxistin.
Lihevkirin di biryarê de
Endamê Mekteba Siyasî Stran Ebdulla
di hevpeyvîneke televizyonî de ku PUKMEDIA dişopand de behsa amadekariyên
kongreya pêncemîn a Yekîtiya Niştimanî dike û dibêje: “Kongreya YNKê dê bandorê
li ser Herêma Kurdistanê û Êraqê bike û di kongreya pêncemîn de desthilatên
zêdetir ji bo Serok Bafil bê dayîn.
“Stran Abdullah got bi saya hewlên Serok Bafil û
serkirdayetiya nû ya YNKê bo yekem car kongre di dema xwe de tê lidarxistin,
serokê yekîtî astengiyên li pêşiya kongreya pêncem rakirin û divê hemû aliyên
siyasî yên herêmê hewl bidin ku kongre di dema xwe de were lidarxistin û were
nûkirin.
Ew lê zêde dike: Ev kongre dê bi awayekî
rêhevaltî, demokratîk û serketî bê lidarxistin û ji bo hemû YNK'ê be. Ev kongre
dê li ser hemû mijarên girîng lihevkirinê tekez bike.
Di xebatê de nûbûn...di biryargirtinê de lihevkirin
Stran Ebdullah dibêje: Ev
kongireya Yekîtiya Niştimanî dê bi awayekî demokratîk û serkeftî birêve biçe û
di konferansê de tekezî li ser hevdengiyê bê kirin di standina biryaran li ser
dosyeyên giring.
Got jî: Plana kongireya pêncem
nûkirina Yekîtiya Niştimanî û gihandina ciwan û jinan di nav saziyên Yekîtiya
Niştimanî de ye, ev yek dibe sedema nûkirina her partiyek siyasî. li gor ku
Yekîtî partiyeke dîrokî û partiyek ji bo paşerojê ye, cihê ciwan û çalakvanan
di pêkhateya nû ya Yekîtiyê de heye, niştimanî û ev yek dihêle ku Yekîtiya
Niştimanî bi ruhê ciwantiyê tevbigere.
Got jî:
Konferans dê li bajarê Silêmaniyê bê lidarxistin û di roja yekê de gelek mêvan
dê tê de beşdar dibin û ev rêbazeke serketî ye ji bo rihmetî serok Mam Celal û
dê konferans di rojên din de berdewam be Tekez jî kir ku konferans dê di bin
dirûşmeya nûkirina kar û xebatê... yekdengî di biryarê de were lidarxistin û dê
guhertin di platforma partiyê û hejmara endamên Encûmena Serkirdayetiyê de bê
kirin.
Hilbijartinên endamên konferansê bi serkeftineke mezin pêk hatin
Berdevka Pêncemîn Kongreya Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê Talar Letîf ragihand, di çarçoveya amadekariyên
berdewam ên ji bo lidarxistina pêncemîn kongreya Yekîtiya Niştimani ya
Kurdistanê de, dê konferansên mekteb û navendên rêxistinî dest pê bike.
Wê got jî: “Pêvajoya hilbijartinan sibê
roja pêncşemê 21ê Îlona 2023, demjimêr 10ê sibê dest pê dike û demjimêr 4ê
piştî nîvro di proseyeke demokratîk bo diyarkirina endamên kongireya pêncem de
bi dawî bê, ji ber ku lîsteya dengder û berbijêran di dema borî de hatibû
amadekirin.
Biryare roja 27.9.2023 Yekîtiya Niştimanî
ya Kurdistanê pêncemîn kongreya xwe li bajarê Silêmaniyê bi beşdariya 600
endaman lidar bixe, berî ku beşdarî hilbijartinên encumenên parêzgehan bibe, ku
biryare di 18.12.2023 û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê 25.2.2024 bên
lidarxistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Zeydî û Erdogan çend rêkeftin û yadeşt îmze kirin
09:21 PM - 2026-07-28
Li gundewarê Efrînê termê Kurdekî hat dîtin
08:54 PM - 2026-07-28
SOMO dahata du mehên firotina petrolê aşkere dike
05:30 PM - 2026-07-28
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Asayîşa Herêmê girtina 2 terorîstên DAIŞê ragihand
Kurdistan 09:57 PM - 2026-07-28 -
Li gundewarê Efrînê termê Kurdekî hat dîtin
Kurdistan 08:54 PM - 2026-07-28 -
Zeydî û Erdogan çend rêkeftin û yadeşt îmze kirin
Êraq 09:21 PM - 2026-07-28 -
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28



.jpg)


Aplîkêşin

