Axaftina Serokkomarê Iraqê di Kongreya Pêncemîn a YNKê de
Kurdistan 04:51 PM - 2023-09-27
PUKMEDIA
Serokkomarê Iraqê
Axaftina Serokkomarê Iraqê Dr.Letîf Cemal Reşîd di Kongreya Pêncemîn a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de.
Çarşem 27-9-2023
Selam ,rehma Xwedê û bereketa wî be li ser we be
Mêvanên hêja
Rêhevalên hêja
Xwişk û bira
Ez ji ber lidarxistina vê kongreyê we pîroz dikim.
Em vê kongreyê di demekî de li dar dixin ku şeş sal bi ser wefata birêz Mam Celal re derbas bûne: Serok û rûmeta neteweyekê... Ji destdana Serok Mam Celal karesatek bû ku ne tenê ji bo YNKê, lê ji bo hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê, gelê Kurd, gelên Iraqê û herêmê, ti carî cihê xwe nagire.
Divê em jî li ser heman rêya birêz Mam Celal bimeşin: Siyaseta wî ya jîr û aqilane berdewam bikin û rêheval ji bo qonaxeke nû bixebitin, rêyek zelal û demokratîk hilbijêrin.
Li ser siyaseta aqilane ya birêz Mam Celal, kongre dê wiha be:
Li gel hêzên din ên siyasî yên Kurdistanê di rêyekê de ku di dawiyê de vegere xizmeta gelê Kurd.Dijminatiya li hember hev, nebûna yekrêziyê, metirsiyek mezin e li ser gelê Kurd, ji aliyê din ve yekrêziya me ya navxweyî, yekrêziya me li Herêma Kurdistanê: mifteya serkeftina me li Kurdistanê, hikûmeta federal, herêmê û ji derve ye.
Rêhevalên hêja
Divê ev kongre li ser serweriya qanûnê, têkoşîna li dijî gendeliyê, yekkirina dadmendiya civakî ji bo gel û parastina mafên mirovan li Kurdistanê bisekine.
Erka Kongreyê ye ku di serî de biryar bide:Bi xizmetkirina malbatên şehîdan û pêşmergeyan. Bi guhdana rêxistinên pîşeyî, girseyî, demokratîk û sendîkayan, di beşên cuda yên jiyana mirovan de xizmetê bikin û ji bo misogerkirina jiyana mûçeyê karmendan.
Ji erkê Kongreyê ye ku siyaseta me ya giştî ji nû ve biguhere, bi awayekî ku peywendiyên me li gel hêzên siyasî yên Kurd li herêmê, li gel dostên me yên hevbeş li Bexdayê bihêztir bibin û peywendiyên xwe bi welatên cîran re baştir û bihêztir bikin ku di berjewendiya gelê Kurdistanê û Iraqê de be.
Di dema ku niha ev kongre tê lidarxistin, divê bernameyeke hilbijartinê ji bo xizmeta gelê Herêma Kurdistanê were destpêkirin.
Rêhevalên hêja
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di têkoşîna xwe ya 48 salan de gelek nexweşî û dilgiranî dîtine û hertim kariye dilxweşiya xwe biparêze û berjewendiyên gelê Kurd ji xwe re bike armanca sereke.
Ji ber vê yekê divê em yekrêziya xwe biparêzin ji bo jinavbirina nakokiyên nehewce û berjwendiyên gelê Kurd û pêngavên parastina asayîşa netewî ya Kurdistanê li ber çavan bigirin.
Her bijîn û Serkeftin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

