Cefer Şêx Mistefa: Yekîtiya Niştimanî dilsoziya xwe îspat kir
Kurdistan 04:26 PM - 2023-10-01
PUKMEDIA
Ceafer Şêx Mistefa berpirsê Encumena bilnd a berjewendiyên Yekîtî
Cefer Şêx Mistefa di pêncemîn konfransa Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de wek berpirsekî Encumena Bilind a Berjewendiyên hat hilbijartin û ragihand: “Hilbijartina min bo vê erkê tekez dike ku Yekîtiya Niştimanî dilsoziya xwe berember têkoşerên xwe çspat kiriye, got jî ev post ne milkeke kasayetiye belkî nûnertiya hemû şehîd, şervan û kêm endam e.”
Cefer Şêx Mistefa piştî helbijartina xwe wek berpirsekî Encûmena Bilind a Berjewendiyên Yekîtiya Niştimanî di daxuyaniyekê de ji bo kenala Kurdsat News got: “Ez şanaz bûm ku ez ji bo vê postê hatim hilbijartin û ev jî eger tiştekî nîşan bide, xemxwarî û dilsoziya Yekîtiya Niştimanî bi têkoşerên wê re, û em bi alîgirbûna xwe bi Yekîtiyê re serbilind in.”
Cefer Şêx Mistefa her wiha got: “Rêhevalên ku tevlî vê encumenê dibin, têkoşer û mirovên hêja ne û erkên ku dikeve ser milê wan dê bi fedakarî û dilpakiyê pêk bînin da ku bernameya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi ser bikeve.”
Berpirsê Encumena Bilind a Berjewendiyan li ser rola Serok Bafil Celal Talebanî dibêje: Serok Bafil Celal Talebanî kesayetiyek biwêr û bihêz e û xwediyê postên bi nirxe, di mijarên netewî de tawîz nade û bi lihevhatin, pêkvejiyan û yekrêziya gelê me ra ye."
Derbarê kar û xebatên konferansa pêncem de, Cefer Şêx Mistefa tekez kir: “Kongre gelek serkeftî derbas bû, û hemû endamên konferansê li ser xal û bendên sîstema navxwe gotûbêj kirin, têbîniyên xwe li ser tomar kirin û deng li ser dan. ”
Îro yekşemê 1/10/2023, endamên kongireya pêncem ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê piştî sê rojan gotûbêj û gotûbêjên tund li ser made û xalên wê deng dan û Cefer Şêx Mistefa jî wek Berpirsê Encûmena Bilind a Berjewendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hat hilbijartin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

