Partiya Komunîst a Çînê: Em girîngiyê didin pêşxistina têkiliyên xwe bi YNKê re
Kurdistan 06:51 PM - 2023-10-02
PUKMEDIA
Têlêgramên pîrozbahiyê bi helkefta kongreya pêncemîn
Partiya Komonîst a Çînê bi helkefta pêncemîn Kongreya partiyê telgrafeke pîrozbahiyê ji Encumena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê re şand û tê de kêfxweşiya xwe bi serkeftina kongreyê nîşan da û xwesteka Partiya Komunîst ji bo berdewamî û bihêzkirina dostaniyê bi Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdstanê re tekez kir.
Têkst;
Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê - Iraq:
Bi helkefta Pêncemîn Kongireya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Komîteya Navendî ya Partiya Komûnîst a Çînê bi germî pîrozbahiyê li partiya we ya rêzdar dike û hêviya pêşkeftinên zêdetir ji partiya we re dixwaze, daku bi erkê xwe rabe û roleke zêdetir di aştî, aramî û bexteweriya Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî bileyîze.
Partiya Komonîst a Çînê giringiyê dide pêşxistina peywendiyên dostane li gel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û bi xeme e ku pevguhertina ezmûna hukimdarî û rêvebirinê li gel partiya we kûrtir bike û hevkariyên pratîkî di warên curbicur de di navbera her du aliyan de aktîv bike ji bo berdewamiya peywendiyên şirîkatiya stratejî di navbera Çîn û Iraqê de ji bo berjewendiya her du welatan û her du gelan ber bi pêşve biçe.
Fermengeha Têkiliyên Derve ya Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Çînê
Îlon / 2023 / Pekîn
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

