Di salvegera koça dawî Serok Mam de yekemîn dîdara niştîmanî tê lidarxistin
Îraq 11:25 AM - 2023-10-04
PUKMEDIA
Serokkomarê Êraqê
Bi boneya salvegera koça dawî
rûmeta netewe û welat Serok Mam Celal, li Necefê yekemîn dîdara neteweyî ya bi
pêşengiya saziya Celal Talebanî û saziya Behr El-Ulum tê lidarxistin.
Di destpêka dîdarê de Dr. Letîf Cemal Reşîd Serokkomarê Êraqê di gotara
xwe de got: “Serok Mam Celal serokkomarê hemû Êraqiyan bû û di pir rewşan de Êraq
ji gelek qeyranan rizgar kir.
Wî got: “Têkoşîna hevbeş a Serok
Mam Celal û serkirdeyên Êraqê roleke girîng di rûxandina rêjîma Beis û
avakirina federalîzmê de lîst. Necef di kultur û danûstendina serokê rihmetî de gelek hebû, bi
kesayetiyên siyasî, zanistî û civakî yên Necefê re peywendiyên xurt hebûn, ku
bandor li kesayetên vê herêmê kir.
“Îro em li vê avahiya zanistî de
kom bûne ku serokê rihmetî di damezrandina wê de beşdariyeke mezin hebû ji bo
piştevanîkirina wê rêgezên zanistî û akademîk ku bûye sedema pêşketin û
geşepêdana me ya îro.
Em îro li
vir li ser rêya pîroz a Mam Celal bi serbilindî beşdar in, ji ber vê xebata
hevbeş ez hem saziya Behrulum û hem jî saziya Serok Celal Talebanî pîroz
dikim.”
Mam Celal yek ji kesayetên mezin eSerokê Dezgeha Celal Talebanî Mihemed Sabêr gotarek pêşkêş kir û tê de got: Bi navê Dezgeha Celal Talebanî û li ser navê wan kesên ku beşdarî amadekariyên vê dîdarê bûne ez ji dil spasiyên xwe pêşkêşî mêvanan dikim ku vexwendin qebûl kirin û beşdarî vê dîdara girîng bûn.
Wî diyar kir: Em îro di vê dîdara niştimanî de dicivin û spasiya saziya Behr El-Ulum dikin ku di lidarxistina vê dîdarê de bi me re hevkarî kiriye û em hêvîdar in ku di pêşerojê de projeyên din di navbera me de hebin.
Balyoz Mihemed Sabêr got: Serok Mam Celal ne tenê ji xelkê Kurdistanê re bû, belku li seranserê Êraqê amade bû, û îro Silêmanî hat Necefê ji bo bîranîna serok û bibîranîna peywendiyên biratî yên ku di navbera Serok Mam Celal û Mihemed Behr El-Ulum de hatibûn danîn.
Wî berdewam kir: Mam Celal yek ji kesayetiyên jêhatî û jîr bû di çareserkirina qeyranan de ku çi qas giran ba jî, li beramberî aqilmendiya wî ya siyasî hêsan û sade bûn, û em dixwazin behsa helwestên wî di qonaxên dijwar de bikin, qonaxek nîne ku yek ji şopa tiliya Serok Mam Celal nemîne û ew sîwanek bû ku partî di bin wê de kom dibûn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26

.jpg)



.webp)
Aplîkêşin

