Di nebûna destûr de... sîstemeke îdarî ya aloz li Herêmê
Kurdistan 12:01 PM - 2023-10-12
PUKMEDIA
Herêm di nebûna destûr de
Cîgirê Serok wezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî tekezî
li ser pêwîstiya hebûna destûreke taybet ji bo Herêma Kurdistanê kir ku tê de desthilatên
Herêma Kurdistanê bên diyarkirin.
Qubad Talebanî di semînarekê de ku di çarçoveya beşdariya
li Dîdara Mêrî de hat lidarxistin got: Ji ber neqanûnîkirina destûrê ji bo
herêmê, me sîstemeke îdarî ya aloz û ne diyar heye, wek mînak desthilata
parêzgar nehatiye diyarkirin.
Destûr ji bo Herêma Kurdistanê gelekî girîng eEndamê Encumena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî û endamê Komîteya Yasayî di civîna pêncem a Parlamentoya Kurdistanê de, Ebas Fetah di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re ragihand: Bê guman destûr ji bo Kurdistanê gelekî girîng e. ji ber ku eger destûra me ya xweser hebûya, ji bo çareserkirina pirsgirêkên me pêwîstî bi çûyîna Dadgeha Federalî tinebû.
Got jî: Destûr ew e ku desthilat û erkên me ronî dike û hemû pirsgirêkên din û cudahiyên li Herêma Kurdistanê hene, ji ber nebûna destûrê derketine.
Birêxistinkirin û avakirina saziyanEbas Fetah dibêje: Eger destûra me hebûya, me dikarîbû di çarçoveya vê destûrê de saziyên xwe birêxistin û avabikira û nebûna destûrê jî pirsgirêk û valahiyeke mezin ya yasayî ji me re çêkir.
Got jî: Nabe Destûra Herêma Kurdistanê binpêkirina Destûra Êraqê bike, û Destûra Herêma Kurdistanê wê rê li gelek tiştên ku li Herêma Kurdistanê qewimîn bigirta ku lidijî destûra Êraqê bû.
Li dijî derxistina hin qanûnan nerazîbûnEbas Fetah dibêje: Hin alî dixwestin destûrek li Herêma Kurdistanê çênebe, ji bo ku ew tişta ku dixwazin bikin bikin û ligor xwe desthilatan bikar bînin.
Got jî: nebûna destûr hişt ku hinek aliyên siyasî ji bo berjewendiyên xwe yasayan derxin wek dirêjkirina dema parlamentoya Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistanê û heta dirêjkirina dema serokatiya herêma Kurdistanê jî. Destûra me ya bingehîn heba ev pirsgirêk cênedibûn.
Lihevkirin û lihevhatin bên parastin
Nivîskar û rojnamevan Adalet Ebdullah di daxuyaniyeke
taybet de ji PUKMEDIA re dibêje: Destûr ji bo Herêma Kurdistanê gelekî girîng e
ji ber ku jiyana siyasî, îdarî û aborî bi rêk û pêk dike.
Got jî: Destûr di ser hemû yasayan re ye û parlamentoya
Kurdistanê nikare ti qanûnek ku berevajî Destûra Herêma Kurdistanê derbikeve û
rê nade ti hewlekê ji bo danîna ti yasayekê li ser piransîpa piranî û
kêmîneyan. Lihevhatin û yekdengî di navbera hemû aliyên siyasî yên Parlamentoya
Kurdistanê de diparêze.
Desthilat û erkan diyar bikin
Adalet Ebdullah dibêje: Di vê destûrê de desthilatên
curbicur, cure û sîstema siyasî û maf û erkên Herêma Kurdistanê diyarkirin dike
û ji ber wê jî ez piştevaniya wê nêzîkatiyê dikim ku pêwîstiya hebûna destûreke
taybet ji bo Herêma Kurdistanê piştrast dike.
Got jî: Piştî lidarxistina hilbijartinên civata parêzgehan
û hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê, em dikarin zextê li ser qanûna
bingehîn ya herêma Kurdistanê bikin ku bi hemahengî û lihevkirin di navbera
hemû alîyên sîyasî de be, ji ber ku destûr faktorek e bo komkirina alîyên
sîyasî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

