16 Oktober û rojên piştre
Kurdistan 10:35 AM - 2023-10-16
PUKMEDIA
16 Oktober
Şeş
sal berî niha şeva 16-10-2017 Heşdî Şeibî û artêşa Êraqê êrişî hêzên Pêşmerge
li devera Beşîr kirin û piştî çend demjimêr berevaniyê, 36 pêşmergeyên Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê şehîd bûn û çendîn pêşmerge jî birîndar bûn.
Şehîdbûna
36 pêşmergeyên YNKê belgeya rastiya bûyerên 16ê cotmehê ye û ji gelê Herêma
Kurdistanê re îsbat kir ku tenê YNKê heta demekê berevanî kir, ji ber ku wek
hûn jî dizanin ew deverên ku hêzên YNKê lê tine bûn hatin valakirin.
Çima êrîşên 16’ê Cotmehê rû dan?Bûyerên 16ê cotmehê û rojên piştî wê jî bertekek li hember referanduma ne plankirî ya 25ê Îlona heman salê bû.
Ji aliyekî din ve, li gor rêkeftina berê ya di navbera berpirsên Êraqê û serokê berê yê Herêma Kurdistanê de di bin çavdêriya fermandarên pilebilind ên Amerîka û hevpeymaniya navdewletî de bû, ne rewşa awarte.
Tevgera hêzan bi nefretê tevlîhev bûRast e liv û tevgera hêzên Êraqî û cîbicîkirina rêkeftina wan ya berê ligel Herêma Kurdistanê derbarê vekişandina Pêşmerge bo navçeyên berî hatina DAIŞê di 9/6/2014ê de, tevlî kîn û bertek li hember referandumê bû. Çi li ser asta Êraqê, çi li ser asta Herêmî û Nîvdewletî, çi li welatên pêwendîdar bi rewşa Êraq û bi taybet pênc welatên endamên hertimî yên Encûmena Asayîşê, bi taybet Amerîka, çavdêriya rêkeftina Tîrmeha 2016ê ya vekişandina Pêşmerge piştî şerê li dijî DAIŞê kirin.
Herwiha weke ku piştre derketibû holê, du roj beriya referandomê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê nameyek ji serokkomarê berê re şandibû ku referandomê were paşxistin.
Ji ber vê yekê jî paşguhkirina pêvajoya bûyeran ji aliyê Amerîkayê ve, bertek bû li hember xemsariya serkirdayetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê, ku ne rêkeftina Tîrmeha 2016an û nameya Tillerson li ber çav negirtin. Serokê Herêmê yê wê demê got: "Em hesabê ji gotinên kesekî re nakin!"
Ma ew wekî ku hatî plan kirin derket?Bê guman her pirose, çi leşkerî û çi siyasî bi encamên xwe tê nirxandin ji ber ku carinan têkçûna rasterast, nemaze têkçûna leşkerî, bi hêsanî nayê fêhm kirin, Lê ketina şerekî siyasî yan leşkerî ku garantiya têkçûna wê ye û dê bibe sedema ziyanên mezin û wêrankirina xelkê, wê demê berdewamkirina wî şerî ji pêvajoyeke ehmeqî pêve ne tiştekî din e.
Xurmatû bi mînakŞaşiya wê rojê ya ku li Xurmatû qewimî bû, ji ber ku beriya 16ê Cotmehê li wê navçeyê çendîn şer û pevçûn di navbera kurd û tirkmen, kurd û ereb, erebên şîe û sune, tirkmenên şîe û sunne de rû dabûn û qurbanî jî ketibûn.
Ji ber wê jî ji ber êrîşên 16ê Cotmehê û ne agahdarkirina hêzên bi giştî ji naveroka rêkeftina berê û hebûna aloziyên berê di navbera komalgehên Xurmatû de û rewşek çêkir ku hemû pêkhate di nava xwe de kom kirin.
Ev şerê newekhev bû sedema paşvekişîna ji nişka ve û ne asayî ya Hêzên Pêşmerge.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26

.jpg)



.webp)
Aplîkêşin

