Bi hewlê YNKê ji bo windayên Helebce komîteyek hat avakirin
Kurdistan 03:36 PM - 2023-10-17
PUKMEDIA
Cîgirê Wezîrê Derve û Çiro Hama Şerîf
Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Iraqê komîteyek taybet bo lêkolîna dosyeya windabûna zarokên Helebce pêk anî. Komîte dê di demek nêzîk de serdana Komara Îslamî ya Îranê bike û dê bi awayekî cidî li ser dosyeyê lêkolînê bike.
Parlamenterê Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Iraqê Çiro Hama Şerîf ji PUKMEDIA yê re ragihand:’’ "Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê dê di demek nêzîk de komîteyekî bi serokatiya cîgirê wezîrê derve li ser dosyeya windabûna zarokên Helebce ku 120 zarok in abva bike û heta niha li Îranê ne û venegeriyane Herêma Kurdistanê."
Endamê parlamentoya Iraqê dibêje: "Komîteyê dê ji balyoz Omer Barzancî, Cîgirê Wezîrê Derve, nûnerê parêzgeha Helebce, nûnerê zarokên winda û Çiro Hama Şerîf pêk were. Her wiha dê komîte serdana nexweşxaneyên Îranê jî bike ku zarokên winda piştî êrişa kîmyayî li wan hatine ragirtin û dê bi awayekî cidî li ser dosyeyê lêkolînê bikin."
Çiro Hama Şerîf spasiya Balyozê Omer Barzancî, Cîgirê Wezîrê Derve yê Iraqê kir, ji bo alîkarî û piştgiriya wan ji bo dosyeya windakirina zarokên Helebce.
Piştî kîmyabarana Helebce di 16-3-1988 de, ku bû sedema zêdetir ji 5000 şehîd û zêdetir ji 10,000 hemwelatiyên birîndar, koçberkirina rûniştvanên Helebce û windakirina gelek zarokên bajêr ku heta niha venegeriyane malên xwe ku 35 sal derbaz bûye.Bi hewlê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) komîteyek ji bo lêkolînkirina dosyeyê û veguhestina zarokên wenda ligel malbatên wan ava dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

