YNK petrola spî dide welatiyan
Kurdistan 12:49 PM - 2023-10-24
PUKMEDIA
Dr.Briyar Reşîd
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi nêzîkbûna demsala zivistanê berdewam e li ser hewlên xwe bo dabînkirina pêdiviyên pêwîst bo xelkê Kurdistanê bi taybetî petrola spî.
Endame fraksyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li parlamena Iraqê Dr.Briyar Reşîd ji PUKMEDIA re ragihand: Piştî hewlên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Wezareta Neftê biryar da ku miqdarek petrola spî ji bo bikaranîna ji welatiyan re bide Herêma Kurdistanê.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi hemû hêza xwe ji bo xizmetkirina welatiyan û dabînkirina pêdawîstiyên wan hewl dide.
Wî jêderî eşkere kir: Wezareta Petrolê li ser daxwaza me biryar da ku miqdarek mezin ji petrola spî bi nirxê yarmetîdankirî, ango bi nirxê her lîtreyek petrolê 150 dînar bide parêzgehên Herêma Kurdistanê.
Wî bal kişand ser wê yekê ku bermîlek neft dê bi nirxê 30 hezar dînar li ser welatiyan were dabeşkirin û nirxê veguhestinê jî 10 hezar dînar e û got: parêzgehên Herêma Kurdistanê dê zêdetir ji 150 milyon lître petrol spî werbigirin û em bang li rêveberiyên xwecihî dikin ku demildest petrola spî li welatiyan belav bikin dema gihêst û berî hatina zivistanê bigihin welatiyan.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi xîret hewla xizmetkirina welatiyan dide, ji ber ku berî demekê kar ji bo zêdekirina mafê cotyaran kir, herwiha proje yasaya avakirina parêzgeha Helebce xiste rojeva civînên Civata Nûneran û gihandina daxwazên wan ji rayedarên peywendîdar ên di hikûmeta federal de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26

.jpg)



.webp)
Aplîkêşin

