Doza li dijî Wehab Helebceyî gihişt Dadgeha Federal
Kurdistan 01:37 PM - 2023-10-30
PUKMEDIA
Wehab Helebceyî
Hûrgiliyên doza li
dijî Wehab Helebceyî li Dadgeha Federalî
Yekemîn rûniştina
Dadgeha Federalî ya Êraqê li ser biryara dadgeha lêkolînê ya Hewlêrê li ser
tometên li dijî Rêveberê Giştî yê Dijî Terorê Wehab Helebceyî û hejmarek ji
efser û pilebilindên hêzên dije terorê birêve çû. Dadgeha Hewlêrê xwe dispêre
madeyeke ku dema wê biserçûye û Parlamentoya Kurdistanê ketiye valahiya yasayî.
Di rûniştina duh yekşemî
29/10/2023 de, bi amadebûna neh dadwer ku her yek ji parêzer û wekîlên yasayî
doza Wehab Halebceyî û hevalên wî, D.Çiya Zengene û Hêvar Mihemed amade bûn.
Ev biryar pişt spartiye yasayek ku bi ser derbas bûye
Di vê derbarê de Dr. Çiya Zengene Şêwirmenda yasayî û
parêzera berevaniyê di vê dosyayê de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: “Ez ligel hevala xwe Hêvar Mihemed weke tîma
parastinê di dosyeya îdîakirina Wehab Helebceyî û berpirsên bilind ên dije
terorê duh di yekem rûniştina Dadgeha Federalî de derbarê biryara neqanûnî ya
dadgehê Lêpirsîna Hewlêrê de beşdar bûm”, ku me berê li Dadgeha Federalî li
dijî Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê doz tomar kiribû, derbarê yasaya ku li
gorî wê biryar hatibû dayîn.”
Got jî: Me îtîraz li Dadgeha Federalî kir li dijî yasaya ku
li gora wê Rêvebirê Giştî yê Dije Terorê re û efserên payebilind ên wê rêveberiyê
hatine tawanbar kirin, ev yasaya jimare 3 ya sala 2006 (qanûna dijî terorê) ya Parlamentoya
Kurdistanê ye. wek yasa, piştî ku zêdetir ji carekê hat dirêjkirin, bi ser diçe
ji sala 2018ê ve, ji bilî wê yekê, parlamentoya Kurdistanê di dema derketina
biryarê de di valahiyeke destûrî de bû.
Biryara dadgeha Hewlêrê bê bingehên yasayî ye
D.Çiya Zengene amaje bi wê yekê jî kir, ku di rûniştina duh
a Dadgeha Federalî de, me îtîraz li naveroka biryara dadgeha lêkolînê ya
Hewlêrê jî kir ku bê bingeh û delîlên qanûnî ne û rêgire bo lêkolîna yasayî li
ser bûyera şehîdbûna Hewkar Cef e. Ev doz aramî û aştiyeke mezin di pêwendiyên
di navbera aliyên kurdistanî de çêdike.
Şêwirmendê yasayî tekez kir, "Em ê li Bexdayê parastina
hemû wan kesan bikin ku li dadgehên Hewlêrê biryarên ne yasayî li dijî wan
hatine derxistin bi arastekirina Partiya Demokrat".
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

