Rêveberiya Firokevaniya Sivîl: Firokexaneyên Silêmanî û Erbet di bin çavdêriya me de ne
Rêportaj 11:57 AM - 2023-11-02
PUKMEDIA
Balafirxaneya Silêmanî
Di lêkolînên berfireh ên komîteyên parlamentoyê û hikûmetê
de derketiye holê ku firokexaneyên Silêmanî û Erbet ji hebûna hêzên leşkerî û
sivîl ên biyanî vala bûne.
Rêveberiya Firokevaniya Sivîl a Federal jî ev mijar
piştrast kir û ragihand ku her du firokexane tenê ji bo mebestên sivîl tên
bikaranîn û ne ji bo armancên leşkerî û tekez kir ku, her du firokexane di bin
çavdêrî û şopandina berdewam de ne.
Herdu balafirgehan ji bo armancên sivîl tên bikaranînSerokê Fireksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Herêm Kemal Axa dibêje, firokexaneyên Silêmanî û Erbet tenê ji bo mebestên sivîl tên bikaranîn û ti hebûna leşkerî li her du firokexaneyan nîne.
Endamê komîteya ewlekarî û Berevaniyê ya Parlamentoyê Herêm Kemal Aga di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA yê re got: Gelek komîteyên parlamentoyê û hikûmetê serdana firokexaneyên Erbet û Silêmaniyê kirin û raportên xwe derbarê bombebarankirina herdu firokexaneyan pêşkêş kirin û me di Komîteya Parastinê de rapora xwe pêşkêşî Serokatiya Encumena Nûneran kir.
Binpêkirina eşkere ya serweriya Êraqê
Herêm Kemal dibêje: Tişta ku li dijî firokexaneyên Erbet û
Silêmaniyê hatiye kirin, binpêkirina eşkere ya serweriya Êraqê ye û hemû belge
nîşan didin ku êrîşa li ser serweriya Êraqê ne rewa ye û me daxwaz ji hikûmeta
federal kir ku li hember van êrîşan raweste ji ber ku jiyana welatiyan dixe metirsiyê.
Got jî: Emê berdewam bin li ser hewlên xwe bo rawestandina
van êrîşan, û serdana Şêwirmendê Asayîşa Nîştîmanî ya Êraqê birêz Qasim
El-Erecî bo Silêmaniyê giringîya xwe heye û diyar kir ku berdewamkirina van
kiryaran binpêkirina serweriya Êraqê ye.
Li her du balafirgehan kesên biyanî tune ne
Endamekî komîteya asayîş û berevaniyê ya parlementoyê got jî: Me di komîteya asayîş û berevaniyê de serdana balefirxaneyên Silêmanî û Erbetê kir û çendîn car tîmên hikûmetê serdana her du balefirgehan kirin û hemû rastî ji hikûmeta federal re eşkere bûn ku ev babet siyasî ne p binpêkirina serweriya Êraqê ye û ne rewa ne û ti hebûna biyaniyan li her du firokexaneyan nîne û divê welatî ji metirsiyê û ji dubarekirina bombebaranan bên parastin.
Balafirgeh di bin çavdêriya Saziya Hewayî ya Sivîl de ne
Berdevkê Firokevaniya Sivîl a Federal Cîhad Kazim ji PUKMEDIA
re ragihand: Hemû firokexaneyên Herêma Kurdistanê di bin çavdêriya Rêveberiya
Firokevaniya Sivîl a Federalî de ne.
Rawestandina geştên Tirkiyê û bombebarankirina her du balafirgehan
Di 6’ê Nîsana 2023’an de dewleta Tirk hemû geştên esmanî
balafirxaneya navnetewî ya Silêmaniyê yên ku di qada hewayî de derbas dibûn
rawestand, rojek piştî vê biryarê balafirxaneya Silêmaniyê hat hedefgirtin û di
18’ê Îlona 2023’an de dirunrk a Tirkiyê bi hinceta hebûna leşkerî balafirgeha
Arbet a Çandiniyê kir hedef. Ku bû sedema şehîdbûna 3 pêşmergeyên dijî terorê.
Wê demê Berdevkê Fermandeya Giştî yê Hêzên Çekdar Yehya
Resûl hûrgiliyên êrîşa bi ser firokexaneya Erbet a parêzgeha Silêmaniyê eşkere
kiribû.
Resûl di daxuyaniyekê de ragihand, roja Duşemê 18ê Îlonê
tam demjimêr 17:00, firokeyeke bê firokevan li ser sînorê Tirkiyê derbasî
esmanê Êraqê bû û firokexaneya (Erbet) ya parêzgeha Silêmaniyê li Herêma
Kurdistanê bombebaran kir di encamê de 3 lehengên Hêzên Dijî Terorê şehîd
ketin.
Got jî: ev destdirêjî binpêkirina serwerî, ewlehî û
selametiya axa Êraqê ye û tehdîd û metirsî ye bo ser aştî û asayîşa navçe û
cîhanê, binpêkirina xalên yasayên navdewletî û binpêkirina prensîb û armancên
Peymana Netewên Yekgirtî ye û tekez kir ku "ev êrîşên dûbare ne li gorî
prensîba peywendiyên baş in di navbera welatan de, û metirsiya têkbirina hewlên
Êraqê ji bo avakirina peywendiyên siyasî, aborî û ewlehiyê yên baş û hevseng li
gel cîranên xwe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
10:01 AM - 2026-09-11 -
Şoreş Îsmaîl: Yekxistina temamî ya pêşmergeyan bi serkeftin bi dawî hat
07:28 PM - 2026-09-10 -
Li bajarên Rojava ji bo zimanê kurdî xwepêşandan didomin
05:17 PM - 2026-09-10
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11 Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
06:21 PM - 2026-09-11
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
01:23 PM - 2026-09-11
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
12:08 PM - 2026-09-11
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
09:46 AM - 2026-09-11
zortrin xwendraw
-
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
Êraq 12:08 PM - 2026-09-11 -
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
Kurdistan 09:46 AM - 2026-09-11 -
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
Cîhan 01:23 PM - 2026-09-11 -
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
Êraq 06:21 PM - 2026-09-11 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 7 milyar dînare
Kurdistan 09:06 AM - 2026-09-11 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
Cîhan 10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
Cîhan 10:01 AM - 2026-09-11 -
Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11




.jpg)

Aplîkêşin

