YNK’ê ji ber xerakirina posterên namzetên xwe gilî dike
Kurdistan 04:30 PM - 2023-11-08
PUKMEDIA
Xerabkirina posterên namzedên YNKê li Kerkûkê
Namzetên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê dest bi kampanyayê kirine, lê gelek posterên lîste û namzedan wan hatine dirandin û xirab kirin, ji ber wê jî YNKê li dijî xerakirina posterên namzedên xwe gilî kiriye li Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, weke tê zanin ji bo van binpêkirinan cezayên wek zîndan û cezayên darayî heye.
Li gor wêne û belgeyên ku ji PUKMEDIA yê re hatine şandin hejmarek ji posterên namzedên hevpeymaniya Kerkûkê hatine xirabkirin û çirandin, li gor madeya (42) ya yasaya hejmar (36) ya hilbijartinên encumenên parêzgehan a sala 2008ê,hatiye (Her kesê ku li ser navê partiyek din an partiyek diyarkirî bi qestî êrişî wêneyên namzetan an jî bernameyên wan ên li cihên diyarkirî bike, bi mebesta ku zirarê bide namzedê an jî bandorek neyînî li ser namzedê bike, bi cezayê girtîgehê ji mehek cezayê girtîgehê ne kêmtir ji mehekê û salek jî zêdetior nebe tê cezakirin.
Li gorî heman maddeyê, binpêker (ji kêmî yek milyon dînar û ne zêdeyî pênc milyon dînar) bên siza kirin eger di birêvebirina proseya hilbijartinan de, yan jî her kesê ku bi her sedemekê rêyên destûrî yên propagandaya hilbijartinan binpê bike, wek jêbirin, çirandin an jî kiryarek din a wiha) dê ji hêla ceza ve were girtin.
Daxwaza girtina têkdera tê kirinBerpirsê Navenda Hilbijartinê ya YNK’ê ya Kerkûk-Selahaddîn Elî Mihemed Emîn ji PUKMEDIA’yê re axivî û got:"Em ê li ser binpêkirinên ku li Kerkûkê li dijî namzetê me hatine kirin, giliyê li komîsyona bilind a serbixwe ya hilbijartinên Iraqê dikin û daxwaz me kir ku têkder bên girtin û darizandin."
"Ji bo vê mebestê me belge kom kirine û arasteyî dezgehên pêwendîdar kirine. Eger kesek yan aliyek bixwaze bi vî awayî bandorê li ser dengder û namzedên me bike, xelet e û dengderên Kerkûkê jî dizanin ku kê ji bajêr derneketiye." wî got.
Pakî û şiyana namzedên YNKê dijminan şok kiriyeYekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehan namzedên şareza û serketî destnîşan kir û ev yek jî bû sedem ku dijmin reklam û posterên wan li ser şeqamên Kerkûkê berovajî bikin. Helbet ev hewldanên tirsonek dê namzedên YNKê sar neke, dê agirê nû bide wan.
Namzedê 23. yê Yekêtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di nav [Hevpeymaniya Kerkûk Hêz û Vîna me ye ] jimare 142 Şaho Yûnis ji PUKMEDIA re ragihand:“Serkeftina hevpeymanî û namzedên me di nav xelkê Kerkûkê de, dijminên me matmayî hişt û dest bi çirandin û berovajîkirina reklam û posterên me yên li ser cadeyan kirin, lê ev kiryara şaş ne tenê me sar nake, belku hêz û îradeya zêdetir daye me. "
“Wek berbijarekî ku poster û reklamên wî li Kerkûkê hatine xirabkirin, min gilî li Buroya Hilbijartinan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kiriye û eger pêwîst bike, dezgeha helbijartinan dê giliyê yasayî pêşkêşî Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê bike.’’Wî got.
Pêştir Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan navên wan namzedên ku li yasaya hesabpirsîna dadwerî de derbaz nebû , di heman demê de ti berbijêrekî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ku hejmara wan 112 namzed e,têda tunebû û hemû li parêzgehên Kerkûk, Nînowa, Diyala, Selahedîn û Bexdayêhatin parve kirin.
Dadgeha Federalî ya Iraqê ferman da hêzên ewlehiyê ku her kesê binpêkirina poster û reklamên namzedan, lîste û saziyan binpê bike, bêne girtin û dadgehîkirin.
Ev çend rojeke Namzetên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li parêzgehên nakok, bi taybet li Kerkûkê, bûne armanca êrîşan û reklam û posterên wan hatine xirabkirin.Namzetê YNKê dibêjin: “Ev hewldanên têkçûyî wê me sar nekin.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

