Talebanî: Divê pirsgirêk bi yasa û destûrê bên çareserkirin
Kurdistan 04:33 PM - 2023-11-15
Ofîsa Qubad Talebanî
Cîgirê Serokwezîr û Nûnerê NY
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li gel Serokê Koma Serbixwe ya Çavdêriya Stratejîk a Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) li Iraqê (UNAMI) Volker Perses civiya û di hevdîtinê de pêşhatên dawî û guhertinên siyasî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Civîna îro çarşemê 15-11-2023 li bajarê Hewlêrê hat lidarxistin û Cîgirê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Daban Şadala jî tê de amade bû , balkişandin li ser rola tîma NY di hewlên çareserkirina pirsgirêkan de.
Qubad Talebanî spasiya rola wan ya giring kir û amaje bi hewlên UNAMI kir bo alîkariya aliyên siyasî yên Iraqê bo parastina ewlehî , aramiyê û çareserkirina pirsgirêkan bi diyalogê.
Di beşeke din ya hevdîtinê de rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê hatin gotûbêjkirin û Cîgirê Serokwezîr got:’’Gotûbêjên Herêma Kurdistanê û Bexdayê berdewam in û armanc jî çareserkirina pirsgirêkan bi rêya yasa û destûrê ye.’’
Di hevdîtinê de Volker Perses plan û bernameyên UNAMI yên ji bo pêşerojê pêşkêş kirin û got: “Ew amade ne ku bi Iraqiyan re hevahengiyê bidomînin.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

