Destpêka merasîma danasîna namzedên Hevpeymaniya hêza me û îradeya me ya Kerkûkê
Kurdistan 03:48 PM - 2023-11-18
PUKMEDIA
Merasîma danasîna namzedên Hevpeymaniya hêza me û îradeya me ya Kerkûkê
Îro şemiyê 18.11.2023, demjimêr sê piştî nîvro, bi amadebûna Qubad Talebanî, çavdêrê sekreteriya Serok Mam Celal, merasima nasandina namzedên hevpeymaniya Kerkûkê ya Hêza me û îradeya me ya hejmar 142 dest pê kir, hejmarek ji endamên Mekteba Siyasî û Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Partiya Komonîst a Kurdistanê û girseya gel û hejmareke mezin ji welatiyên Kerkûkê amede bûn.
Merasîm bi xwendina ayeteke Qurana pîroz û Paşê sirûda netewî ya Kurdistanê lêxistin.
Di hilbijartinên encumenên parêzgehên Kerkûkê de (5) partî û (10) hevpeymanî beşdar in û (244) berbijêr bo wergirtina kursiyên encûmena parêzgehê hevrikiyê dikin ji ber ku (177) ji giştî namzedan mêr in û (67) jin in.
Hevpeyîmaniya hêza me û îradeya me ya Kerkûkê 30 berbijêrên hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê di lîsta jimare 142 de cih digirin û komeke elît ji namzedên jêhatî yên xwedî tecrûbe û pisporî ji bo xizmetkirina beşên cuda yên parêzgehê pêk tên û karîne pêşde birin bi ruhê jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyên netewî, olî û mezhebî û avakirina civakeke demokratîk a azad û jinavbirina diyardeya gendeliyê.
Ev hevpeymanî ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Komunîst di nav xwe de dihewîne, ji bo ku dengên Kurdan li parêzgehê belav nebin, roja 5ê Tebaxa 2023ê wek yekem hevpeymaniya Kurdistanî ji bo hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hat ragihandin.
Detayên merasîmê piştre emê we agahdar bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

