Cîgirê Serowezîr pêşenge di Zelalbûna aborî de
Kurdistan 10:55 AM - 2023-11-24
PUKMEDIA
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî
Şefafiyet radigihîne ku dahata heftane ya Silêmaniyê nêzîkî 15 milyar dînar e.
Malpera Şefafiyet [Zelalbûn] di heftiya borî de hinardekirina neftê ya parêzgehên Silêmanî û Helebce û îdareyên Germian û Raperîn eşkere kir ku zêdetirî 15 milyar û 674 milyon û 183 hezar û 640 dînar bûye.
Li gor malpera Şefafiyet , dahata neftê ya parêzgehên Silêmanî û Helebce û îdareya Germiyan û Raperînê ji 18-11-2023 heta 24-11-2023 ‘an,zêdetirî 15 milyar û 674 milyon û 183 hezar û 640 dînar e,ku ji wan 14 milyar û 725 milyon û 683 hezar û 775 dînar, ango %94 bi pere û 934 milyon û 822 hezar û 150 dînar, ango %6, bi awayê çek û danberheva %0.
Qubad Talebanî pêşengê Zelalbûnê ye di dahat dePiştî 30 salên desthilatdariya Kurd li Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, roja 15.12.2022ê projeyek ji bo şefafiyeta hinartina neftê li parêzgehên Silêmanî û Helebce û Rêveberiyên Germiyanê û Raperînê ragihand ku di vî warî de yekemîn e li Kurdistan û Iraqê bi giştî.
Ev proje di nav derdorên Kurdistanê de bi awayekî berfireh hate pêşwazîkirin û daxwaz kirin ku ew proje bi giştî were kirin û ji hemû herêmên Kurdistanê ku îthalata neftê lê heye jî hebe.
Qubad Talebanî di axaftina xwe ya li ser ragihandina projeyê de got: “Ez projeyek girîng radigihînim, ew jî projeya şefafiyeta hinardekirina neftê ye.”
Pêwîste Zelalbûn bibe malê hemû KurdistanGot jî: Zelalbûn bernameyeke ku hemû hinardekirina neftê li parêzgehên Silêmanî û Helebce û îdareya Raperîn û Germiyanê dihewîne, ku rojane bi şefafîyeteke temam tên komkirin û tomarkirin daku her kes li her demê hûrgilîyên wan hinardekirinê bibîne bi rêya malpera shafafiat.com.”
Cîgirê serokwezîr di berdewamiya axaftina xwe de got: Ev bîr û hizra hanê derketiye holê ji ber ku şefafiyet bingeha bingehîne ji bo peydabûna pêbaweriyê di navbera hemwelatiyan û her desthilateke siyasî li cîhanê, lewra girînge hûn lê binêrin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Li gundewarê Efrînê termê Kurdekî hat dîtin
08:54 PM - 2026-07-28
SOMO dahata du mehên firotina petrolê aşkere dike
05:30 PM - 2026-07-28
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Li gundewarê Efrînê termê Kurdekî hat dîtin
Kurdistan 08:54 PM - 2026-07-28 -
Zeydî û Erdogan çend rêkeftin û yadeşt îmze kirin
Êraq 09:21 PM - 2026-07-28 -
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28


.jpg)



Aplîkêşin

