Serok Bafil: Yekîtî piştgiriya hilbijartinên paqij dike
Kurdistan 12:54 PM - 2023-12-07
Nivîsgeha serok Bafil
Serok Bafil û Nûrî Malikî
Serokê Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî li Bexdayê ligel Serokê
Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî civiya.
Di hevdîtinê de ku
Wezîrê Dadê Xalid Şiwanî jî tê de amade bû, tekezî li ser geşepêdana
peywendiyên dîrokî û hevbeş di navbera her du aliyan de ji bo zêdetir hevkarî û
hemahengî ji bo çareserkirina pirsgirêkan, parastina berjewendiyên bilind û
aramiya welat hate kirin.
Her wiha di civînê
de tekezî li ser berdewamiya diyaloga niştimanî û avaker di navbera aliyên
hevpeymaniya rêveberiya dewletê de ji bo bidestveanîna karnameya hikûmetê,
xizmetguzariyên zêdetir û çareserkirina pirsgirêkan hat kirin, bi taybetî
pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, di wê derbarê de serok
Bafil daxwaz kir ku destkeftên darayî yên Herêmê û mûçeyên karmendan tevlî
nekokiyên siyasî nabe û jiyana xelkê jî parastî be.
Hevkariya di
navbera aliyan de ji bo serkeftin û lidarxistina hilbijartinên encumenên
parêzgehan mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Serok Bafil got: YNK bi hemû awayî
piştevaniya lidarxistina hilbijartinên dadperwerane di dema xwe de dike, bi
taybet li Kerkûkê, ji ber ku rewşa bajêr taybetiyên xwe hene û pêwîstiya wan bi
guhertinên îdarî û xizmetguzariyên zêdetir heye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

