Hevpeymaniya Kerkûkê di pêşiya lîsteyên din de ye
Kurdistan 10:44 AM - 2023-12-14
PUKMEDIA
Lîsta Kerkûk hêz û vîna me ye
Li gorî rapirsiya herî dawî ya hilbijartinên encumenên parêzgeha Kerkûkê,
lîsteya hevpeymaniya Kerkûkê ya jimare 142, di rêza yekem de ye û dê di
hilbijartina 18-12-2 de, dengên herî zêde misoger kiriye.
Rapirsî ji aliyê
rêxistina Şebenk bo Demokrasî û Hilbijartinan ve hatiye encamdan û li gor
zanyariyên ku gihîştine malpera PUKMEDIA: Ji 9 lîste û hevpeymaniyên
hilbijartinan yên beşdar di hilbijartinên encumenên parêzgehên Kerkûkê de,
hevpeymaniya Kerkûk hêz û vîna me ye jimare 142. Bi rêjeya %37 pileya yekem
girt û piştî wê jî Hevpeymaniya Erebî bi rêjeya %12 bû pileya duyem.
Li gorî rapirsiyê,
hevpeymaniya Kerkûk imare 142 dê piraniya dengan di nav lîste û hevpeymaniyên
erebî, kurdî û yên din de werbigire û di rêza yekem de ye û Partiya Demokrata
Kurdistanê di rapirsiyê de %8 wergirt Ji dengan, Newey Nû %5 bi dest xistiye û
rêjeya herî kêm ya dengan jî ketiye destê Hevpeymaniya Şoile ya Kerkûkê.
Herwiha li gor wê
rapirsiyê rêjeya beşdariya di hilbijartinan de dê bigihe 75%, rêjeya boykotan
jî dê bibe 16.2%, û rêjeya kesên ku heta niha biryara beşdariyê nedane dê
bigihe 8.3%.
Yekîtiya Niştimanî
ya Kurdistanê di Hevpeymaniya Kerkûk Hêz û vîna me ye de û di lîsteya jimare
(142) de beşdarî hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dibe, ku di 8ê 2019an
de Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Komunîst ew ragihandin.
Kevpeymaniya
Kerkûk hêz û vîna me ye ji 30 namzed ji pêkhat û pêkhateyên cuda yên Kerkûkê
pêk tê. Hejmara kursiyên Encumena Parêzgeha Kerkûkê 15 kursî ye ku 4 kursî ji
bo jinan in.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

