Emê encumeneke bi bandor li Kerkûkê ava bikin û parêzgar jî kurd û YNK be
Kurdistan 10:19 PM - 2023-12-19
PUKMEDIA
Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) peyameke pîrozbayî pêşkêşî gelê Kurd û dengderên Kerkûkê û hemû deverên Kurdistanî yên nakok kir û ragihand:"Ev serkeftin serbilindî û baştirîn belgeya berxwedana gelê Kurd e ji bo îsbatkirina nasnameya Kurdî. Ev serkeftin tekez dike ku YNK li navçeyên nakok û bi taybet Qudsê hêza yekem e."
Teksta peyama Mekteba Siyasî.
Civakên Gelê Kurdistanê
Dengdêrên Kurd li Kerkûk û hemû deverên Kurdistanî yên nakok
Bi boneya vê serkeftina mezin a gelê me û beşdariya we ya bi coş û bi ruhekî bilind ya demokratîk û niştimanperwerî ji bo serkeftina lîste, hevpeymanî û namzedên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Kerkûk, Mûsil, Xaneqîn û Xurmatû, em pîrozbahiyê li dengderên dilsoz ên Kurd dikin ku baştirîn belge û berxwedana Kurdewarî ye ji bo îsbatkirina nasnameya Kurdî û piştrastkirina vê rastiyê ku YNK hêza gelê Kurd e û di hemû qonaxan de li gel wan e û dev ji we bernade.
Bi boneya vê serketinê pîroz be ku Yekitiya we hêza yekem e li navçeyên nakok, bi taybetî li Kerkûkê bajarê pîrozê Kurdistanê.
Emê xwe bispêrin Hêz û Îradeya we û siyaseta çepike Gul ya Serok Mam Celal, emê encûmeneke parêzgehî û rêveberiyeke bi bandor ku xizmeta pêkhateyên Kerkûkê bike ku parêzgarê wê Kurd û YNK be destnîşan bikin.
Careke din pîroz dikim û serkeftin
Mekteba Siyasî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Trump: Agirbesta bi Îranê re windakirina demê bû
09:21 AM - 2026-10-27
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26

.jpg)




Aplîkêşin

