Îro 26emîn gera hilbijartinên parlamentoyê li Îsraîlê tê lidarxistin

Cîhan 11:20 AM - 2026-10-27
Hilbijartinên Îsraîlê Ajans

Hilbijartinên Îsraîlê

Îro sêşemê 27ê çiriya pêşîn a 2026an, li Îsraîlê gera 26an a hilbijartina Kinêst bi rê ve diçe, ev jî piştî 38 salan yekem hilbijartin  ku di dema xwe ya diyarkirî de tê encamdan.

Îro li Îsraîlê hilbijartina gera 26an a parlamentoya Îsraîlê (Knesset) bi rê ve diçe. Ev yek piştî 38 salan yekem hilbijartin e ku di dema xwe ya diyarkirî de tê kirin, çimkî ji sala 1988an ve ji ber qeyranên siyasî yên berdewam, herî kêm 14 hilbijartinên pêşwext hatibûn lidarxistin ku çar hilbijartin ji wan tenê di nava sê sal û nîvê de bûn.

Li gorî qanûna welêt, her welatiyekî ser 21 salî dikare bi rêya partiya xwe xwe namzed bike û her partiyek dikare 120 namzed hebê.

Sîstema hilbijartinê jî yek-bazneyî ye û tevahiya welat yek bazne dibe. Hilbijartin bi rêya elektronîkî nayê kirin, ji ber gefên elektronîkî bi destan (bi kaxezan) encam dide û li 12 hezar û 18 binkeyan pêk tê ku dema wê ji demjimêr 7ê sibehê heta demjimêr 10ê şevê berdewam dike.

Di vê hilbijartinê de 1 milyon û 331 hezar û 981 kes temenê wan ser 18 saliyê re ye û mafê wan ê dengdanê heye.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket