Serok li Silêmaniyê bi komek nivîskar û rojnamevanan re dicive
Kurdistan 04:11 PM - 2023-12-25
PUKMEDIA
Serokkomar li Silêmaniyê
Rêzdar Serokkomar Ebdulletîf Cemal Reşîd li parêzgeha Silêmaniyê bi komek nivîskar û rojnamevanan re civiya.
Di destpêka hevdîtinê de cenabê wî ronahî xiste ser girîngtirîn û dawî pêşhatên rewşa welat û her wiha girîngtirîn xalên ku di bername û nêzîkatiya hikûmetê de cih girtine ku yekkirina ewlehî û aramiyê û pêşkêşkirina xizmetguzariyê ye nirxandin, teşwîqkirina sermayeguzariyê û vekirina deriyên hevkarî û hevahengiyê bi hemû welatên dostên cîhanê re ye.
Serok amaje bi wê yekê jî kir ku li gor siyaseta vekirî ya hikûmetê ji welatên navçe û cîhanê re, geşepêdana veberhênanên berfireh hene û balkişand li ser wê yekê ku hemû welatên cîhanê şanaziyê bi dîroka Iraqê, rol û rewşa Iraqê dikin û beşdariya wê di warên cûrbecûr yên mirovahî de.
Di çarçoveyeke din de, cenabê wî tekezî li ser pêwîstiya kar bo bidawîanîna nakokiyan û derbaskirina astengan li pêşiya avakirina peywendiyên di navbera hikûmeta federal û hikûmeta herêmê de kir û di vê çarçovê de amaje bi giringiya pabendbûna bi cîbicîkirina yasaya bûdceyê û dabînkirina mûçeyan kir ji ber ku pêwîste xebatkarên li herêmê bişibin hevpîşeyên xwe yên li parêzgehên mayî yên welêt.
Cenabê behsa rola girîng û bibandor ya hikûmetê di nehiştina terorê û navçeyên dorpêçkirî de, û karê wê yê bibandor ji bo rakirina paşmahiyên wê, û jinûveavakirin û avakirina navçeyên ziyanpêketî bilind nirxand, û tekezî li ser pêwîstiya bilezkirina di avakirina navçeya Şingalê de, ji bo misogerkirina vegerê bi deh hezaran kesên bêwar kirk u hîn jî di şert û mercên jiyanê yên dijwar de dijîn û ji bo kampên jicîhûwarkirinê ne guncaw in.
Serokkomar di beşeke din ji axaftinên xwe de daxwaza hewlên hevbeş û enerjiyên yekgirtî bo rûbirûbûna belavbûna belaya madeyên hişber kir, ji ber ku ew metirsiyeke rasteqîne ye ku civakan wêran dike.
Cenabê wî amaje bi giringiya misogerkirina rola pêkhateyan di avakirina Iraqa nû de kir û geşepêdana bajarvaniyê ya parêzgehên Herêma Kurdistanê ku divê parêzgehên curbicur ên Iraqê di nav xwe de bin, bilind nirxand.
Li hember de jî hejmarek ji beşdarên civînê ku di nav wan de nivîskar û rojnemevan jî hebûn, derbarê pirsgirêk û astengiyên li pêşiya xebatên wêjeyî û çandî de, pêşniyar, bîr û boçûnên xwe pêşkêş kirin û hêvî xwestin ku cenabê wî alîkar be ji bo bidawîkirina rewşa dijwar a aborî li herêmê û daxwaz ji hikûmeta federal û hikûmeta herêmê kir ku pabendî rêkeftinên hatine encamdan, bi taybetî yasaya budceya federalî bin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

