YNKê: Em ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê amade ne
Kurdistan 01:19 PM - 2023-12-26
PUKMEDIA
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand ku ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê amade ne û got:’’Em ti carî ji hilbijartinan netirsiyane û em amade ne ku sibe beşdarî hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bibin."
YNK di nava gel de partiyeke siyasî ya dîrokî yeBerdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre ji PUKMEDYA re wiha got:“YNK ji ber ku ev çend roj in hilbijartin bi dawî bûne, ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê amade ye û YNK di nav gel de partiyeke siyasî ya dîrokî ye, bi salan e hilbijartinan dike û piştî her hilbijartinê jî ji bo hilbijartineke din amade ye.”
Pîre li ser gilîkirina li dijî yasaya hilbijartinên Herêma Kurdistanê got:"Fraksiyona YNKê di rûniştina pêncem a Parlamentoya Kurdistanê de şikayetek pêşkêşî Dadgeha Federalî kir û daxwaz kir ku 5 xalên yasaya hilbijartinan nedestûrî bên ragihandin. Ji ber ku her biryareke din nerewa ye û rastî jî YNKê daxwaza wê yekê dike ku Dadgeha Federalî jî, her çi biryarê bide YNK dê rêzê lê bigire.”
Saadî Pîra jî got:“ Pêwîste rê li ber karvedana li jêr navekî û karkirina bo navekî din bê girtin, ji ber ku di dema borî de jî hatiye îsbatkirin ku xelkê Herêma Kurdistanê tûşî wê yekê bûne.”
YNKê li dijî 5 xalên yasaya hilbijartinan gilîname tomar kirLi ser madeyên (1-9-15-22-36) yasaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, gilî ji aliyê Ziyad Cebar, Serokê Fraksiyona YNKê di civîna pêncem a Parlamentoya Kurdistanê de hatiye kirin.
YNK dixwaze yasaya Parlamentoya Kurdistanê ku di sala 1992ê de ji aliyê Eniya Kurdistanê ve hatibû derxistin, di hilbijartinên 25ê Sibatê yên Parlamentoya Kurdistanê de jî bi cih bîne.
Eger dadgeh ji bo YNKê biryarê bide, dê li şûna Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê, dadwer çavdêriya proseya hilbijartinan bikin û 11 kursiyên kvota yên civatan bên betalkirin Tenê 5 kursiyên dawî dê ji bo mesîhiyan bimîne.
Li gor yasaya Civata Niştîmanî, sîstema hilbijartinên Kurdistanê ji yek navçeyî bo çend deveran tê guhertin.
Hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê 111 kursî ye, ji wan 11 kursiyên 5 kursî bo Keldanî, Suryan û Aşûriyan, 5 kursiyên Tirkmenan û kursiyek jî ya Ermeniyan e.
Dadgeha Federalî çendîn rûniştinên li ser şikayeta Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Kurdistanê kir û paşxist ku biryare sibe (27.12.2023) bicive.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Trump: Agirbesta bi Îranê re windakirina demê bû
09:21 AM - 2026-10-27
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26

.jpg)




Aplîkêşin

