Yekîtî: Damezrandina rêveberiyeke hevbeş ku nûneratiya hemû pêkhateyan bike
Kurdistan 10:29 AM - 2024-01-08
PUKMEDIA
Aso Mamend di civînê de
Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê hewla xwe ji bo avakirina rêveberiyeke hevbeş a
xizmetguzarî bê cudahî dupat kir ku hemû pêkhate jê werbigrin û tekez kir ku,
danûstandin li gel pêkhateyên din li ser bihêzkirina yekrêziya rêzên Kurdistanî
û nîşandana siyaseta gurze gul ku ji
aliyê Serok Mam Celal ve hatibû meşandin.
Ev yek di
civîna ku duh li Kerkûkê li gel berpirsên dezgehên helbijartinan hatibû ku bi
serperiştiya Aso Mamend berpirsê rêxistinên Kerkûk-Selahedîn yên Yekîtiya
Nîştimanî pêk hat û bi amadebûna Şalaw Kosret Resûl û Rizgar El-Hac Hema
endamên polîtburoya Yekîtiya Niştimanî.
Di civînê de
rewşa siyasiya Êraqê bi taybetî navçeyên nekokd û mijarên rêxistinî û bi
taybetî encamên hilbijartinên vê dawiyê yên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hatin
gotûbêjkirin, ku tê de Yekîtiya Niştimanî serkeftineke mezin bi dest xist û ev
yek jî dike ku erk û berpirsyaretiyê di paşerojê de li ser mil girantir bibe.
Di civînê de
dengderên Kerkûkê ku careke din bi dengên xwe nasnameya kurdistanîbûna bajêr
nîşan dan, hatin pîrozkirin û tekez li ser wê yekê hat kirin ku, çawa ku di
dema borî de Yekîtiya Niştimanî li ser pirsa Kerkûkê bazar nakiribû di paşerojê
de jî dê parastina Kerkûkê bike û dest ji hemwelatiyên xwe û doza xwe ya rewa
bernadin.
Amadebûyan
amaje bi wê yekê jî kirin ku siyaseta cudaxwazî û nedadperweriyê li îdareya
Kerkûkê de rewşeke nebaş derxistiye holê û ji ber wê jî divê rêveberiya nû ji
bo bidawîkirina cudahî û neheqiyê bixebite û prensîba wekhevî û pêkvejiyanê pêk
bîne.
Di encamê
de, di civînê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku siyaseta dirust ya Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê ew e ku dest ji maf û daxwazên niştecihên Kerkûk û
navçeyên nekok bernede û Encûmena Parêzgeha nû bibe xendekek bo parastina daxwaz
û mafên rewa yên welatiyên Kerkûkê.
Pirsgirêka taxa Newrozê bi qanûnê bê çareserkirinŞalaw Kosret Resûl bi amadebûna Endamê Mekteba Siyasî Aso Mamend û hejmarek ji endamên Encûmena Serkirdatî serdana taxa Newroz a bajarê Kerkûkê kir û piştevaniya xwe ji bo xelkê Kerkûkê tekez kir.
Di kongreyeke rojnamevanî de li wir Aso Mamend got: Em kar dikin ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi rêya yasayî û em soz didin xelkê deverê ku em ê mafên wan biparêzin.
Got jî serok Bafil ji me re got ku ew ê werin taxa Newrozê û piştgiriyê bidin şêniyên taxê. Em rê nadin ku ev mal bên valakirin û Serok Bafil dê serdana Bexdayê bike û li ser mijarê bi berpirsên pêwendîdar re biaxive.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
SOMO dahata du mehên firotina petrolê aşkere dike
05:30 PM - 2026-07-28
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28 -
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
Êraq 04:07 PM - 2026-07-28





.jpg)
Aplîkêşin

