Encumena Nûneran serokê xwe hildibjêre
Îraq 01:22 PM - 2024-01-25
Ajansan
Encumena Nûneran
Îro Pêncşemê, dezgeha ragehandinê ya Encumena Nûneran
du bername bo rûniştina roja şemiya dahatî eşkere kirin, ku xala yekem têde helbijartina
serokê encumenê ye.
Nûnera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Biryar
Reşîd ji PUKMEDIA re ragihand: Civîna Encûmena Nûneran dê roja şemiyê
helbijartina Serokê Encûmena Nûneran û dengdana li ser proje yasaya
qerebûkirina nexweşên kêmasiya parêzî were kirin.
Got jî: Di civînê de dê dengdan li ser proje
yasaya dana bi kirêkirina zeviyên çandiniyê û xwendina yekem ya proje yasaya
pesendkirina rêkeftina karûbarê veguhestna asmanî di navbera hikûmetên Êraq û
Sûriyê de bê kirin, ji bilî xwendina yekem piroje yasaya erêkirina rêkeftina li
ser efûkirina hevdu ji şertên vîzeya têketinê ji bo xwediyên pasaportên
dîplomatîk di navbera her du hikûmetan de Êraq û Koreya Başûr.
Di berdewamiya axaftinên xwe de got: Di civînê
de dê raport û gotûbêj li ser proje yasaya pesendkirina Protokola Erebî ya ji
bo rêgirtin û rûbirûbûna bazirganiya mirovan bi taybetî jin û zarokan ji aliyê
Komara Êraqê ve were kirin, ku temamkerê Peymana Erebî ya Têkoşîna tawanên ne
rêxistinkirî ye di sînorên niştimanî re, û herwiha rapor û gotûbêj li ser proje
yasaya yekem serrastkirina qanûna jimare 32 a sala 2011ê ya sindoqa
niştecihbûnê ya Êraqê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

