Di ser wefata Serkirde Omer Dababa re 32 sal derbas bûn
Kurdistan 03:33 PM - 2024-01-30
PUKMEDIA
Omer Mistefa, bi navê Omer Dababa jî tê naskirin
Omer Mistefa bi nasnav Omer Dababa an jî Kakî Kakan di sala 1923an de li Koyê ji dayîk bûye, xwendina xwe ya seretayî û navîn li Koye û Kerkûkê qedandiye.
Di xwendina xwe de jîr û serkeftî bû.Di sala 1946an de li zanîngeha Bexdayê dest bi xwendinê di zankoya hiqûqê dike û bi serketî qedandiye.Sala 1951ê de bi serkeftî mezûn bû.
Ji xortaniya xwe ve û xwendekariya xwe de bi siyasetê re mijûl dibe, di xortaniya xwe de dest bi çalakiyê kiriye.Mirovekî xwîngerm bû, di demeke nêz de bi Mam Celal re nas dibe û di têkoşîna xwe de nêrînên xwe parve dike.
Di destpêka damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de tevlî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bû û di kongreya duyemîn a sala 1951ê de wek endamê serkirdatiya wê partiyê hat hilbijartin.
Di dema desthilatdariya Iraqê de, ku xwendekarên Kurd bi xwepêşandanan têkoşiyan û daxwazên miletê xwe anîn ziman, birêz Omer di van xwepêşandanan de roleke sereke lîst.
Dema ku padîşahiya Iraqê hewl da ku bi tank û hêza xwe rûbirûyê xwepêşanderan bibe, rehmetî Omer Dababa bi mêrxasî êrişî tankan dikir, ji ber vê yekê paşnavê (Dababa) lê hatiye dayîn.
Demeke dirêj bi Îbrahîm Ehmed re parêzerî kir, pispor, parêzer, rastgo û xwedî wijdan bû.
Dema ku Serokkomarê wê demê yê Iraqê Ebdulkerîm Qasim ji sozên xwe yên ji bo kurdan poşman bû û gelek çalakvanên kurd ber bi bajarên jêrîn ên Iraqê ve hatin derxistin, yek ji wan jî birêz Omer Mistefa bû, lê ev teslîm nebû, ku ji aliyê desthilatê dijmin ve li ser wî hatibû ferzkirin di dema sirgûnê de careke din tevlî têkoşerên Kurdistanê bû û biryar da ku têkoşîna xwe bidomîne.
Di sala 1961ê de wek Serkirdeyekî di amadekirina nexşerêya şoreşê de beşdarî di destpêka şoreşa Eylûlê de kir û wek fermande û berpirsekî Pêşmerge jî roleke berçav di şeran de hebû.
Di sala 1975’an de piştî têkçûna şoreşê, wî û hevalên xwe plana ku ji qada şerê parastinê dernekevin, xêz dike û diçe Londonê û bi rêheval Mam Celal re hevdîtin dike û di dawiyê de gihîşt wê baweriyê ku kesên alîgirê domandina şerê çekdarî ne, divê dest bi afirandina hêzeke nû û berdewamkirina şoreş û berxwedanê bikin û di şoreşa nû de roleke bibandor lîst.
Di sala 1976an de nûnerê Tevgera Sosyalîst li Sûriyê bû, di sala 1977an de di civîna herêma Bradostê de wek endamê serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hat hilbijartin û di sala 1979an de vegeriya Kurdistanê.
Bi giştî birêz Omer Dababa di şoreşa nû de roleke gelek girîng û wêrek lîst, hem wek xebatkarekî naskirî yê Kurdistanê û hem jî wek serkirdeyekî YNKê.
Roja 29/1/1992 di yekemîn kongreya YNKê li Silêmaniyê ji nişka ve kirîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Zeydî û Erdogan çend rêkeftin û yadeşt îmze kirin
09:21 PM - 2026-07-28
Li gundewarê Efrînê termê Kurdekî hat dîtin
08:54 PM - 2026-07-28
SOMO dahata du mehên firotina petrolê aşkere dike
05:30 PM - 2026-07-28
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Asayîşa Herêmê girtina 2 terorîstên DAIŞê ragihand
Kurdistan 09:57 PM - 2026-07-28 -
Li gundewarê Efrînê termê Kurdekî hat dîtin
Kurdistan 08:54 PM - 2026-07-28 -
Zeydî û Erdogan çend rêkeftin û yadeşt îmze kirin
Êraq 09:21 PM - 2026-07-28 -
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28



.jpg)


Aplîkêşin

