Qubad Talebanî soza xwe ya ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet pêk tîne
Kurdistan 12:59 PM - 2024-02-04
PUKMEDIA
Pirojeya Nîştecîbûnê
Yekem car li Herêma Kurdistanê û Êraqê bi
biryara Qubad Talebanî Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêmê, li parêzgeha Silêmaniyê
bi bihayekî erzan û bi qistên vehesî yekeyên xaniyan li ser kesên xwedî
pêdiviyên taybet tên dabeşkirin.
Berpirsê Liqa Silêmaniyê ya Yekîtiya Xwedî
Pêdawîstiyên Taybet Semen Hisên ji PUKMEDIA re ragihand: Ji îro 4-2-2024ê heta
22.02.2024ê formên yekeyên xaniyan li ser kesên xwedî pêdiviyên taybet li
parêzgeha Silêmaniyê tên belavkirin.
Got jî: Yekîneyên xaniyan di pirojeya (Ziyanewa)
de ne û dê 240 xaniyan li ser kesên xwedî pêdiviyên taybet bên dabeş kirin, bi pêşekî
5 hezar dolar û qîsta mehane 150 hezar dînar, ev xizmetguzariya yekem care li
ser ast Herêma Kurdistanê û Êraqê ye.
Semen Husên got: Em bi navê hemû kesên xwedî
pêdawîstiyên taybet ên parêzgeha Silêmaniyê spasiyên xwe pêşkêşî birêz Qubad
Talebanî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê dikin ji bo xizmetkirin û piştevaniya
berdewam.
Proje ji 1000 xaniyan pêk tê û bi biryara Qubad
Talebanî 240 xanî ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet hatin terxankirin û qonaxa
yekem a projeyê ku li ser cadeya serekî ya devera Qule Reîsî ye bi dawî hat.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

