YNK wê zêdetir xizmeta gel bike
Kurdistan 04:14 PM - 2024-02-14
PUKMEDIA
Logoya YNKê
Li gorî axaftinekî Serok Mam Celal ku dibêje: “Gelê Kurdistanê, yekîtiya we”. Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dixwaze bi agirê nû xizmeta gelê Kurdistanê bike.Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî berpirsê Malbendan raspard ku bi hemû hêza xwe li gorî yasayan xizmeta gel bikin û daxwazên wan bi cih bînin û got: “Tundiya li dijî gel û mafên wan xeta sor e û em binpêkirina yasayê qebûl nakin.’’
YNK partiyeke berpirsyar eBerpirsê Malbendanê YNKê ya Germiyan Salar Mehmûd ji PUKMEDIA re ragihand: "Di civîna dawî ya li gel berpirsên Malbendên YNKê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku em zêdetir biçin cem xelkê û guh bidin daxwazên wan Pirsgirêkên gel."
“Rast e erkê me wek Malbendan organîzekirina partiyê ye, lê li hember vê yekê yekrêziya partiyê erke beramber gel û rêveberiyê ye û di vê çarçoveyê de erkê me ye ku em daxwaz û pirsgirêkên welatiyan bi cih bînin.’’Got
Serweriya hiqûqêDi civîna bi serokên malbendan re tekezî li ser parastina serweriya qanûnê û paşguh nekirina qanûnên binpêkeran hat kirin.
Berpirsê Malbendê Raperîn a YNK’ê Luqman Werdî ji PUKMEDIA’yê re got: “Di hevdîtina me ya li gel Serok Bafil de, tekezî li ser parastina serweriya yasa û paşguh nekirina yasayan hat kirin û careke din tekez li ser wê yekê hat kirin ku, her kesê destdirêjî li ser milkên giştî û taybet bike, nabe di nav rêzên YNKê de be.’’
Her wiha got: ‘’Parastina jiyana xelkê ji bo YNKê li vê herêmê pir giringe û di vê derbarê de jî serkirdeyê YNKê ji me re ragihand ku binpêkirina mafê gel xeta sor e û divê em jiyana gel biparêzin.’’
Divê pileya partiyê ji bo berjewendiyên giştî nehê bikaranîn
Endamê Serkirdayetiya YNKê tekez kir, ku divê em rêzên partiya xwe ji bo berjewendiya xelkê bikar bînin, ne ji bo berjewendiyên taybet.
Berpirsê Malbenda YNK’ê ya Kerkûkê Rewend Mela Mehmûd ji PUKMEDIA’yê re axivî. “Weke Serok Bafil berê jî gotibû, bikaranîna postan ji bo berjewendiyên taybet nayê qebûlkirin û di hevdîtina me de careke din tekez kir ku divê em helwêstên xwe yên hizbî ji bo berjewendiya gel bikar bînin, ne ji bo berjewendiyên taybet.’’
Her wiha got: Li gor rêziknameya navxwe ya partiyê, Malbend mezintirîn dezgehên hizbî li bajaran e, lewra erka herî mezin li ser milê me ye û hewla xizmetkirina xelkê û bûna çavkaniya çareseriya pirsgirêkan li ser milê me ye.’’
Serok Bafil:’’Paraztina Xelq erka me ye’’Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî bi berpirsên Malbendên YNKê re li Dabaşanê civiya.
Serok Bafil got, ji bo me parastina jiyana xelkê û aştiya Kurdistanê ji her tiştî pîroztir e, lewra em careke din tekez dikin ku her berpirsek di her partiyek, hikûmet û asayîşê de be û navê xwe ji bo berjewendiyên taybet bikar bîne,em ê bi tundî li ser berpirsiyariya partî, hikûmet û ewlehiyê lêkolînan bikin .
Got jî: dest dirêjkirin ser gel û mafên wan xeta sor e û bêqanûnî nayê qebûlkirin, lewra erkê hemû yekîtiyê ye ku can û bextewariya xelkê biparêze û hemû hewlên xwe bo berjewendiya giştî be.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokwezîr bi banga fermî ya Emmanuel Macron serdana Fransayê dike
12:19 AM - 2026-09-12 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
10:01 AM - 2026-09-11 -
Şoreş Îsmaîl: Yekxistina temamî ya pêşmergeyan bi serkeftin bi dawî hat
07:28 PM - 2026-09-10
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11 Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
06:21 PM - 2026-09-11
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
01:23 PM - 2026-09-11
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
12:08 PM - 2026-09-11
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
09:46 AM - 2026-09-11
zortrin xwendraw
-
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
Êraq 12:08 PM - 2026-09-11 -
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
Cîhan 01:23 PM - 2026-09-11 -
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
Kurdistan 09:46 AM - 2026-09-11 -
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
Êraq 06:21 PM - 2026-09-11 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 7 milyar dînare
Kurdistan 09:06 AM - 2026-09-11 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
Cîhan 10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
Cîhan 10:01 AM - 2026-09-11 -
Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11




.jpg)

Aplîkêşin

