Serok Bafil wek yekane serokê partiya li Kurdistanê beşdarî Konferansa Munchenê dibe
Kurdistan 12:41 PM - 2024-02-17
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokê YNKê
Serok Bafil
Serok Bafil Celal Talebanî wek yekane serokê partiyê li Kurdistanê û zêdetirî 450 berpirsên biryardar û serkirdeyên cîhanê dê beşdarî Konferansa Ewlekariya Munichê (MSC) 2024 li bajarê Miyonşinê yê Almanyayê bibin ji bo sê rojan.Konferansa Ewlehiyê ya Miyonşinê ya 60emîn, 16ê Sibatê dest pê dike, “Şerê Rûsya û Ukraynayê, alozî û tevliheviyên li Rojhilata Navîn, kêmbûna rola Ewropayê ya li cîhanê” mijarên sereke yên konferansê ne.
Serok Bafil aştî li ser rêya Serok Mam Celal dixwaze
Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Buroya Pêwendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Xeylanî ji PUKMEDYA re ragihand:"Serok Bafil weke tekane serkirdeyê partiya li Kurdistanê giringiyê bi demokrasî û aştiyê li Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê dide û dê di vê derbarê de beşdarî Konferansa Asayîşa Munchenê bibe."
“Hevdîtinên Serok Bafil bi serkirdeyên welatan re di Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de vê rastiyê îsbat dike ku YNK li ser asta Kurdistan, Iraq û herêmê siyaseteke rast dimeşîne,li dû aştîyê ye û bûye partiyek nûjen li herêmê, ji bilî van hevdîtinan roleke girîng di bidestxistina piştevaniya navdewletî ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê heye.”Got
Rola Serokê Yekîtiyê û Konferansa Munchenê
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji ber rola bibandor a ku li Iraq û Kurdistanê ji bo aştî û pêkve jiyanê lîstiye, dê weke tekane serkirdeyê partiya li Almanyayê beşdarî Konferansa Munchenê ya Almanyayê dibe.
Endamê Serkirdayetiya YNKê Feryal Ebdullah ji PUKMEDIA re ragihand: “Beşdarbûna serokê YNKê weke tekane serkirdeyê partiyeke Kurdistanî di Konferansa Asayişa Munchenê de ye, ji ber wê rola bibandor a YNKê ye ji bo aştî û pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê û Iraqe lîstîye. Serok Bafil her tim hewl daye ku qanûnê bi cih bîne.”
“Mijareke din a girîng a konferansa Munchenê jî aborî ye, ku tê de ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê hewl tê dayîn ev bernameya aborî ye ku bi hinardekirina gazê bibe yek ji welatên berhemhênerên enerjiyê. Ji vê perspektîfê nêrîna Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî eşkere ye.’’ Faryal Abdullah got.
Serok Bafil stratejiya YNKê ya ji bo aramiya aştiyê pêşkêş dike
Di wê konferansê de Serok Bafil dê çend hevdîtinên din yên girîng ên siyasî li gel serkirde û berpirsên payebilind ên welatên Rojhilata Navîn, Ewropa û Amerîka pêkbîne û siyaset û stratejiya YNKê li hember pirsên aktuel û diyarker pêşkêş bike.
Her wiha mijareke dinê civînan jî parastina aramiyê û dûrxistina Herêma Kurdistanê û Iraqê ji aloziyên navçeyê ye û her wiha mijara şerê li dijî terorê û berfirehkirina hemahengiyê jî dê were gotûbêjkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

