Desthilatên Kurdistanê destûrî ne û federalî mafên herêmê garantî dike
Kurdistan 10:08 PM - 2024-02-28Hevpeyvîna Serokkomar ligel kanala El-Hedath
Serokomar Dr. Ebdulletîf Cemal Reşîd îro Çarşemê piştrast kir ku Iraq îro di warê ewlekarî, aramî û dabînkirina xizmetguzarîyan de ye û amaje bi wê yekê jî kir ku mayîn û çûna hêzên hevpeymaniya navdewletî ji Iraqê biryareke di dest hikûmetê de ye.
Serokomar di hevpeyvînekê de ligel kanala El-Hedath got: “Iraq bi dehsalan e ku tûşî kirîzên navxweyî û derve, nakokî û şerên digel welatên cîran û pirsgirêkên digel civaka navdewletî bûye, lê niha rewş cuda ye, îro li Iraq ewlekarî û îstiqrar heye û armanca hemû saziyên dewletê, di serî de Serokatiya Komarê, hikûmet û Meclisa Nûneran, yekkirina îstiqrarê, zêdekirina xizmetguzariyan û pêşxistina binesaziyê ye.”
Derbarê hebûn û derketina hêzên hevpeymanan ji Iraqê jî Serok diyar kir: Hevpeymaniya navdewletî rêkeftin li gel hikûmeta Iraqê heye û her demek derbarê mayîn û derketina wê biryara hikûmetê ye bi hemahengiya hêzên siyasî û Civata Nûneran, û biryara dawî di destê hikûmeta Îraqî de ye û da zanîn ku "Hebûna hevpeymanîya navdewletî bo alîkarîkirina şerê li dijî terorê û DAIŞê bû, û niha metirsîya DAIŞê nemaye". Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Em dixwazin bi DYA'yê re ku hêzeke mezin a cîhanê ye, têkiliyên dîplomatîk, siyasî, aborî û bazirganiyê baş bikin, ji ber ku Iraq di biryarên xwe de tekezî li ser serxwebûna xwe dike û hêzên me yên ewlehiyê îro di asteke baş de ne û dikarin rûbirûyî kêşeyên navxweyî û derve bibin.”
Reşîd di derbarê helwesta welatê xwe li hember pirsa Felestînê got: Helwesta Iraqê li ser pirsa Felestînê diyar û eşkere ye û hemû mafên rewa yên gelê Felestînê heye ku di dewleta xwe de li ser axa Felestînê bi aramî û azad bijîn û bi tundî destdirêjiya li ser Xezayê şermezar dikin, û tekezî li ser serkeftina hikûmeta Îraqî di "nêzîkkirina nêrînên Erebistana Siûdî û Îranê de ". Di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir ku nakokiyên li herêmê çareser dibin û ne mimkûn e ,em li şûna ku em bi şer û pevçûnan mijûl bibin bi sûdwergirtina ji çavkaniyên zêde yên herêmê li ser bidestxistina berjewendiyên hevbeş disekinin.
Derbarê peywendiyên dîplomatîk ên Iraqê de, Serok got;têkiliyên me yên bi Tirkiyê re jî di warê siyasî, bazirganî û veberhênanê de baş in.” “Çavdêriyên me yên ewlehiyê hene ku divê di çarçoveya danûstandinan de bên çareserkirin.” Em bikaranîna axa Iraqê ji bo êrîş û tehdîdkirina her welatekî cîran red dikin û pêşniyarên me ji bo kurdên Iran û Tirkiyê yên li Iraqê dijîn ew e ku rêz li vê prensîpê bigirin.”
Di derbarê Herêma Kurdistanê û desthilatên destûrî de jî Serok Komarê amaje bi wê yekê kir ku desthilatên Herêma Kurdistanê destûrî ne û ti dezgeheke fermî ya Iraqê nîne ku daxwaza paşxistina wan desthilatan bike û Iraq dewleteke federal e û garantorê Kurdistanê ye. Herêm bi mafên xwe ve, amaje bi wê yekê jî kir, ku di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de di warê bûdce, petrol û mûçe de hinek pirsgirêk hene. ”
Serok di hevdîtina xwe ya ligel kanala El-Hedath de behsa dosyaya avê kir û tekez kir ku, Iraq tûşî kirîza avê bûye û hemû çavkaniyên me yên avê ji derve tên û em daxwaza têgihîştinê ligel Iran û Tirkiyê dikin ji bo dabînkirina pareke dadmend ji bo hemû aliyan, û ji ber vê yekê jî pêwîst e Iraq bi rê û rêbazên nûjen ên avAdaniyê û bi rêkûpêkkirina bikaranîna avê, birêvebirî û rêkûpêkkirina avê baştir bike, û da zanîn ku: “Rewşa ava Iraqê îsal ji salên borî baştir e ji ber baran û ê barîna berfê ku dê bandorek erênî li rewşa avê bike.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Li gundewarê Efrînê termê Kurdekî hat dîtin
08:54 PM - 2026-07-28
SOMO dahata du mehên firotina petrolê aşkere dike
05:30 PM - 2026-07-28
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Li gundewarê Efrînê termê Kurdekî hat dîtin
Kurdistan 08:54 PM - 2026-07-28 -
Zeydî û Erdogan çend rêkeftin û yadeşt îmze kirin
Êraq 09:21 PM - 2026-07-28 -
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28


.jpg)



Aplîkêşin

