8'ê Adarê şoreşek ji bo mafên jinan
Kurdistan 12:35 PM - 2024-03-08
PUKMEDIA
8 Adarê
Di derbarê 8’ê Adarê de li cîhanê gelek nêrînên
cuda hene, lê rastî ev e ku di dawiya sedsala 19’an û destpêka sedsala 20’an de
ji ber pêşketina pîşesazî xebatên jinan zêde bûne, karkerên jin bi giranî di
kargehên cil û berg û karxaneyên çinînê de dixebitîn.
Di sala 1857’an de jinên karker ên li kargeheke
cilan a li New Yorkê di 8’ê Adarê de li dijî rewşa kar xwepêşandan kirin û ji
aliyê polîsan ve hatin tepisandin.
Di Tebaxa 1907’an de di civîna Koma Jinên
Sosyalîst a Enternasyonala Duyemîn de, aktîvîsta jinên sosyalîst a Alman Clara
Zenktin pêşniyar kir ku rojek ji bo piştevaniya bi têkoşîn û mafên jinan re
were veqetandin û li seranserê cîhanê xwepêşandan bên lidarxistin.
Di sala 1908 de, jinên sosyalîst ên Amerîkî di
Adarê de xwenîşandanek girseyî li dar xistin
Di 28'ê Sibata 1909'an de Partiya Sosyalîst a
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi daxuyaniyekê banga rojekê ji bo nîşandana
têkoşîna ji bo mafê dengdanê û şert û mercên guncav ên xebata jinan kir.
Di sala 1910’an de li Danîmarkayê di Konferansa
Jinên Sosyalîst a Duyemîn a Enternasyonal de, ku ji 17 welatan 100 jin beşdar
bûn, pêşniyara Clara Zenktîn ji aliyê Jinên Sosyalîst ên Amerîkayê ve hat
qebûlkirin, lê belê dîrokeke diyar nehat pesendkirin.
Di sala 1911 de, li gelek welatên Ewropî
(Swîsre, Avusturya, Elmanya û Danîmarka) nêzîkî milyonek jin û mêrên wekhevxwaziyê
di 19ê Adarê de ji bo parastina mafên jinên kedkar û bi giştî jinan xwepêşandan
kirin.
Di sala 1913’an de dema ku Şerê Cîhanê yê Yekem
dest pê kir, jinên li Ewropa û Rûsyayê li dijî şerê ji bo aştiyê xwepêşandanek
aştiyane li dar xistin, lê li şûna 19 adarê ev xwepêşandan kirin 8’ê Adarê.
Li Kurdistanê ji bo
bidestxistina mafên xwe gelek şoreş û fedakariya jinan hatiye kirin. Ji dema
hilweşandina rêjîma Beisê heta niha jin di nava fedekarî, hewldan û têkoşînê de
ye, Di raperîna Kurdistanê de jin haer li pêş bûne piştî wê jî hewla
bidestxistina mafên xwe berdewam kirin û çendîn biryar û yasa derxistin.
Yasaya Têkoşîna li Dijî
Tundûtûjiya Navmalbatî li Parlamentoya Kurdistanê hat derxistin Bi saya
rêxistinên jinan, civaka sivîl û rêveberiya tundûtûjiya li dijî jinan,
amadekarî hatin kirin ji bo cîbicîkirina yasaya jimare (8) ya sala 2011ê ya li
dijî tundûtûjiya nav malê.
armanca vê qanûnê jin e, ji ber ku guhdana
qanûn û pêkanîna yasayan dê tundiyê kêm bike û hişyariyê bide û pêşî li sûc
bigire.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Zeydî û Erdogan çend rêkeftin û yadeşt îmze kirin
09:21 PM - 2026-07-28
Li gundewarê Efrînê termê Kurdekî hat dîtin
08:54 PM - 2026-07-28
SOMO dahata du mehên firotina petrolê aşkere dike
05:30 PM - 2026-07-28
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Asayîşa Herêmê girtina 2 terorîstên DAIŞê ragihand
Kurdistan 09:57 PM - 2026-07-28 -
Li gundewarê Efrînê termê Kurdekî hat dîtin
Kurdistan 08:54 PM - 2026-07-28 -
Zeydî û Erdogan çend rêkeftin û yadeşt îmze kirin
Êraq 09:21 PM - 2026-07-28 -
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28



.jpg)


Aplîkêşin

